Cîhada Îslamî Vîdyoya Du Dîlên Îsraîlî Diweşîne

Wêneyên hin dîlên Îsraîlî yên di dest Hamasê û Cihada Îslamî de

Baskê leşkerî yê rêxistina Cîhada Îslamî ya Filîstînî vîdyoyeke du dîlên mêr yên Îsraîlî li ser platforma Telegramê weşand.

Dîlên ku xwe bi navên Gadi Moses û Elad Katzir dane nas kirin di vîdyoyeke kin de ji karbidestan xwest ku jibo ew werin berdan zêdetir danûstandinê bikin.

Moses di vîdyoyê de dîyar dike ku rewşa wan xirab e û ew her kêlîkê têne kuştin.

Her du dîlên di vîdyoyê de bê traş in û wisa xuya dikin ku kîlo dane.

Ji dîlan Moses cotkarekî 79 salî ye ku Hamasê di êrîşên 7’ê Cotmehê de dîl girtiye.

Katzir yê 47 salî jî tevî dîya xwe hate dîlkirin, lê dîya wî piştre hate berdan.

Raportên medyayê dîyar dikin bavê Katzir di êrîşên 7’ê Cotmehê de hatiye kuştin.

Hamasê jî ku di êrîşên 7’ê Cotmehê de bi qasî 240 kes dîl girtibûn, pêr Duşemê vîdyoyeke kin ya 3 dîlên Îsraîlî weşand.

Îsraîlê ser vîdyoya Hamasê got ku ew tawan kiryareke terorî ye, û rêxistina Filîstînî şermezar kir.

Hamas û Îsraîlê dawîya meha Mijdarê ser navbireke mirovahî li hev kirin û li hember 240 girtîyên Filîstînî pirtir ji 100 dîlên li Gazayê hatin berdan.

Jêder: Reuters