Îsraîlê 7 Rûniştvanên Orşelîmê bi Tohmeta Planên Kuştinê Jibo Îranê Girtine

Dîmenek hêzên ewlekarî yên Îsraîlê (Arşîv)

Îsraîlê roja Sêşemê ragihand ku heft Filîstînîyên ku rûniştvanên Orşelîmê ne hatine desteser kirin, bi bi îdiaya ku wan li ser navê dezgeha îstixbarata Îranê plana kuştina karbidestên Îsraîlî û pêkanîna êrîşên din dikirin.

"Şîn Bet û yekîneyên navendî ya polîsê herema Orşelîmê heft rûniştvanên taxa Beyt Sefefa li Orşelîmê girtin," polîsê Îsraîlê û dezgeha îstixbaratê di daxuyanîyekê hevpar de got.

Polîsê Îsraîlê herwiha ragihand ku wan 7 kesana di bin rêvebirîya Îranê de, plana kuştina zanyarekî payebilind yê Îsraîlî û şaredarê bajarekî mezin yê Îsraîlê dikirin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşan kirin ku ev bûyera pêncemîn e ku dezgehên ewlekarî yên Îsraîlê pûç dikin, yên ku tê de planên kuştinê hene.

Polîs got ku ji gumanbaran re jibo bombekirina otombîleke polîsan û avêtina bombeyekê li ser xaniyekî soza 53 hear dolarî hatiye dayîn.

7 gumanbar li nêzî mala wî zanyarî hatin girtin, piştî ku wêneyê wî berî kuştina plankirî kişandin, di daxuyanîyekê de hat gotin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku dema desterkirina wan heta 24’ê Cotmehê hatiye dirêjkirin û li bendê ye ku dozgerîya Orşelîmê bi "tawanên ewlekarîyê yên giran" îdianameyê amade bike.

Îranê heya niha li ser vê mijarê ti daxuyanî belav nekirîye.

Girtina 7 kesan rojekê piştî wê yekê tê, ku polîsê Îsraîlê got wan komek bi heft endamî ku ji welatîyên Îsraîlê ne, têk birine; ku wan li bingehên leşkerî û binesaziya enerjiîyê jibo istixbarata Îranê sîxurî dikirin.

Jêder: Reuters, AFP