Îsraîl Gotinên Erdogan Protesto Dike

Karbidestekî bilind yê Îsraîlî ragihand ku wezareta derve ya Îsraîlî îro Sêşemê gotinên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan protesto kir.

Berdevkê wezareta dervê Yuval Rotem îro bi telefonê ligel balyozê Tirkîyê yê li Îsraîlê Kemal Okem peyîvî û nerazîbûna xwe ya ser gotinên Erdogan ji wî re ragihand.

Jêderên wezareta Îsraîlî ragihand ku Rotem ji Okem re gotiye ku “Îsraîl naxwaze li ser mafên mirovan şîretên Tirkîyê bibihîse jiber ku ew bi xwe mafên mirovan binpê dike.”

Rotem herwiha ji Okem re gotiye ku Îsraîl azadîya hemî komên olî diparêze.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Erdogan roja Duşemê gotibû ku Tirkîye piştgirîya berxwedana Filîstînîyan ya dijî dagirkirina Îsraîlîyan dike.

Wî sîyaseta Îsraîlê ya hember Filîstînîyan jî wek reysîst anku nîjadpreset bi nav kiribû û şibandibû sîyasetên cudaker yên serdema sîstema apartheid ya li Afrîqaya Başûr.