2 Xwepêşanderên Fîlîstînî ji Alîyê Hêzên Îsraîlî Hatin Kuştin

Hêzên Îsraîlî îro Duşemê teqe li xwepêşandanên Fîlîstînî kirin û 2 ji wan kuştin, dehên din jî birîndar kirin ku bo protestokirina veguhastina fermî ya balyozxaneya Amerîkî, li Kerta Gaza civîbûn.

Balyozxaneya nû ya Amerîkî bo demeke kin dê li avahîya konsulxaneya Amerîkî xîzmetê bide, heta ku avahîya balyozxaneya nû li Orşelîmê ava dibe.

Serokê Amerîka Donald Trump di serdema kempeyna xwe de soz dabû ku balyozxanê ji Telavîv bibe Orşelîmê û di meha Berfanbarê de jî, Orşelîmê bi fermî wek paytaxta Îsraîlê nasîbû.

Di heman mehê dem Civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêşnîyarek pejirandibû û biryara Trump red kiribû.