Jêderên Saxlemîyê Dibêjin Îsraîlê li Kenara Rojava 9 Filîstînî Kuştine

Jêderên saxlemîyê îro Çarşemê radigihînin ku Îsraîlê li Kenara Rojava ya dagirkirî 9 Filîstînî kuştine.

Piştî êrîşên 7’ê Cotmehê yên Hamasê, bi gurbûna şerê li Gaza li Kenara Rojava jî girjî roj bi roj mezintri bû.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wê li Balata ya nênîzî Nabul ya li bakurê Kenara Rojava êrîşa esmanî birine ser maşîneyekê û 5 kes kuştine.

Li gor daxuyanîya artêşê, di maşîneyê de komeke çekdar ya herêmî hebûye ku wan hazirî dikiriye ku êrîşeke berfireh bibin ser Îsraîlîyan.

Artêşê dîyar kir ku di nav kuştîyan de Abdullah Ebu Şalal heye ku ew rêbêrê komê bûye.

El Fetîh, ku koma Rêberê Filîstînîyan Mahmud Abas e, dîyar kir ku Ebu Şalal jî di nav de 5 endamên wê di maşîneyê de bûne.

Çend saetan piştî wê êrîşê jêderên saxlemîyê ragihandin ku li Tulkarm ya li navenda Kenara Rojava jî 4 Filîstînî hatine kuştin.

Karbidestên leşkerî yên Îsraîlê piştrast dikin ku li Tulkarmê operasyonek çêdibe, lê zêdetir agahî nedan.

Jêder: Reuters