Filîstînî Dibêjin di Êrîşeke Esmanî ya Îsraîlê de Herî Kêm 5 Kes Hatine Kuştin

Leşkerên Îsraîlî li bajarê Tubasê di operasyonekê de xane dibin ( 11/09/2024)

Rêvebirîya hawarçûnê ya Filîstînî îro Çarşemê ragihand ku di encama êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de herî kêm 5 kes li bajarokê Tubasê yê Kenara Rojava hatin kuştin, di vê demê de ku hêzên Îsraîlî dijî mîlîtanên ser bi Îranê operasyoneke mezin didomînin.

Heyva Sor ya Filîstînê ragihand ku tîmên rizgarkirinê li cîhê bûyerê 5 meyt dîtine û ew birine nexweşxaneyê.

Artêşa Îsraîlî êrîş piştrast kir û got ku wê li komeke çekdar xistîye, lê artêşê ti hûrgilî neda.

Hêzên Îsraîlî di nava du hefteyên borî de li bakurê Kenara Rojava jimareke operasyon li dar dixin û li Tubas, Cenîn û Tulkarmê êrîşên berfireh pêk tînin.

Hêjayî balkişandinê ye ku li her sê bajaran Hamas, Cîhada Îslamî û Fetah jî di nav de, hejmareke zêde ya komên çekdar hene.

Reuters ragihand ku li Tubas, Cenîn û Tulkarmê di navbera hêzên Îsraîlî û çekdarên Filîstînî de şerên giran çêdibin û kolan û jiber ku hêzên Îsraîlî rê kolandine û bingehên çekdaran kirine armanc, binesazîya wan sê bajaran rastî zîyanên mezin hatine.

Artêşa Îsraîlê herwiha ragihand ku her îro Çarşemê êrîşeke otomobîlî li rojhilata Ramallah ya li Kenara Rojava hate kirin û di encamê de zilamekî Îsraîlî birîndar bû.

Jêder: Reuters