Di Êrîşên Esmanî yên Îsraîlê de 5 Kes li Refahê Hatine Kuştin

Ajansa Reuters ji zarê rûniştvanên kampa Cebelîya ragihand ku hêzên Îsraîlî îro Sêşemê pêşveçûna xwe ya li nava kampa Cebelîya li bakurê Gazayê û taxên sivîlan bi tank û bombebarana esmanî wêran kirin.

Ajansê got ku di êrîşên esmanî yên Îsraîlê de bi kêmî ve 5 kes li bajarê Refah ya li başûr hatin kuştin.

Kampa Cebelîya, ku kampeke mezin ya derbiderên Filîstînî ye, 75 sal berê jibo sivîlên bê cîhûwar hatibû damezrandin.

Rûniştvanên kampê got ku artêşa Îsraîlê di operasyona xwe ya leşkerî de, ku berî du hefteyan destpê kiribû, firoşgeh û mulkên nêzî bazara xwecîhî bi buldozeran hilweşandin.

Lê, Îsraîlê got ku hêzên wê vegerîne kampê ku pêşîya Hamasê bigire ku careke din operasyonên xwe yên leşkerî li wire ava neke.

Êrîşên Îsraîlî yên ser peravên bakur û başûrî yên Kerta Gazayê di meha Gulanê de bû sedema koçeke nû ya bi sed hezaran kesî û hatina alîkarîyan mirovahî dijwartir kir ku di encamê de xeterîya birçîbûnê zêde bûye.

Karbidestên saxlemîyê û Xizmetên Awarte ya li Gazayê dibêjin ku hîn bi dehan term di bin kavilên xanî û rêyên Cebeliyê de asê mane, lê tîmên rizgarkirinê nekarîye xwe bigihîne wan.

Jêder: Reuters