Reuters: Êrîşên Îsraîlê yên Ser Postaxaneyekê 33 Filîstînî Kuştin

Jêderên saxlemî yên Filîstînî îro Înê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya ser postexaneyeke de, ku sivîlên Gazayê tê de diman, herî kêm 30 kes hatine kuştin û 50 kesên din jî birîndar bûn.

Malbatên ku jiber şerê 14 mehan derbider bûne, xwe spartibûn navenda postaxaneya li kampa Nuseyratê. Di êrîşa Îsraîlê ya derengîya Pêncşemê de, jimara kuştîyan îro Înê giheştîye 66 kesan.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê endamekî payebilind yê Cîhada Îslamî kir armanc ku berpirsê êrîşên li ser sivîl û leşkerên Îsraîlî bû.

Artêşa Îsraîlê, Cîhada Îslamî bi karanîna binesazîya sivîl û jibo çalakîyên xwe karanîna xelkê wek mertal tawanbar kir.

Di daxuyanîya artêşa Îsraîlê de hat gotin ku ew raportên li ser jimara kuştîyan dinirxînin.

Ji alîyekî din ve, artêşa Îsraîlê roja Pêncşemê fermana valakirina çend taxên li navenda bajarê Gazayê derxist û ji rûniştvanan xwest ku ji wan deveran derkevin jiber ku ewê bersîvdana mûşekên ku ji wan deveran têne avêtin, bide.

Jêder: Reuters