Jêderên saxlemî yên Filîstînê îro Înê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên şeva borî de herî kêm 30 kes li Kerta Gazayê hatin kuştin ku piranîya wan li kampa Nuseyratê bûn.
Jêderên saxlemî yên Filîstînê dîyar kir ku wan 19 termên Filîstînîyan rakirin ku li herêmên bakur yên Nuseyratê û kesên mayîn jî li herêmên bakur û başûrê Kerta Gaza hatin kuştin.
Îro Înê ti daxuyanîyeke nû ji alîyê Îsraîlê ve nehate dayîn, lê artêşa Îsraîlê roja Pêncşemê gotibû ku hêzên wê di çarçoveya operasyonên ewlehîyê de lêxistina armancên terorîstan li Kerta Gaza didomînin.
Hin tankên Îsraîlî li herêma rojavayê kampê çalak man û Rêvebirîya Awarte ya Sivîlan ya Filîstînî got ku tîmên wê nikarin bersîvdana daxwazên hawarçûnê yên hemwelatîyên ku li nav malên xwe asê mane, bidin.
Jêderên saxlemîyê herwiha got ku firokeke bêmirov ya Îsraîlî îro serokê Beşa Lênerîna Krîtîk ya Nexweşxaneya Kamal Adwan li Beyt Lahîyê, Ahmed El-Kehlût kuşt.
Du karbidestên nexweşxaneyê ji Reutersê re got ku El-Kehlût, dema ku ew di derîyê nexweşxaneyê re derbaz dibû, bi mûşekek ku ji dronê hat avêtin hat kuştin.
Wezareta Saxlemî ya Gazayê got ku ji di destpêka vê hefteyê vir ve rêvebirê giştî yê Nexweşxaneya Kamal Adwan û 12 doktorên din di êrîşên bi heman rengî de birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê de derbarê van îdiayan de heta niha ti daxuyanî nedaye.
Nexweşxaneya Kemal Adwan yek ji wan sê navendên pijîşkî ya li ser sînorê bakurê Kerta Gaza ye ku dikin jiber kêmbûna pêdivîyên nojdarî, şewit û xwarinê di bin mercên djwar de dixdebite.
Karbidestên saxlemîyê dibêjin ku piranîya xebatkarên wê yên pijîşkî ji hêla artêşa Îsraîlê ve yan hatine binçav kirin yan dûrxistin.
Serokê Ajansa Penaberan ya Filîstînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA), Philippe Lazzarini, roja Pêncşemê gotibû ku di êrîşên Îsraîlî yên nava heft hefteyên borî de, nêzî 130 hezar kesên li ser sînorê bakurê Gaza derbider bûne.
Jêder: Reuters