Hêzên Îsraîlî Operasyonan Dibin Ser Başûrê Gaza

Artêşa Îsraîlê îro Pêncşemê ragihand ku hêzên li wê başûrê Gaza operasyon li dar xistine û navendên mîlîtanan hilweşandine.

Li gor ragihandina artêşê, hêzên wê li herêma Xan Yûnis operasyon birine ser depoyeke çêkirina çekan.

Wê artêşê da zanîn ku di operasyonên rojên borî de bi qasî 10 çekdar hatine kuştin.

Şûngirê Rêberê Alîkarîyên Mirovî yên li Axên Filîstînîyan yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jamie McGoldrick dîyar kir ku Filîstînîyên barkirî yên li nêzî Refah ya li sînorê Misirê jiber gumana operasyonê ji herêmê derdikevin.

McGoldrick ji rojnamevanan re got ku Filîstînî ber bi Xan Yûnis, Al Mawasî û Deir Balah ya li bakur ve diçin.

Wî dîyar kir ku xebatkarên alîkarîyê yek jibo dema agirbesta gumankirî, yek jî ser îhtîmala operasyona Îsraîlê ya li Refahê du planên lezgîn hazir kirine.

Îsraîlê dîyar kir ku ewê berî operasyona li Refahê Filîstînîyan bibe cihekî ewle, li cih eşkere nekir.

Amerîka, Misir û Qatar hewil didin lihevkirinek çêbe ku li gor wê pevçûn jibo 6 hefteyan bisekinin û li hember Filîstînîyên li Îsraîlê girtî 40 rehîneyên di destê Hamasê de werin berdan.

Karbidestên Misirê, bi şertê ku navên wan eşkere nebin, îro Pêncşemê dibêjiin ku Hamas ser qedandina şerê li Gaza israr dike û jiber vê yekê ji danûstandinên ser sekinandina şer hîn ti encam derneketiye.

Li gor ragihandina karbidestên Misirê, Hamas vê pêşnîyarê jibo gava yekê qebûl dike û seba agirbesteke demkî garantîyê dixwaze, lê Îsraîlê wê daxwazê red dike ku û dibêje ewê piştî agirbestê jibo pûçkirina Hamasê êrîşan bidomîne.

Jêder: AFP, VOA