Şerê Îsraîl û Hizbullahê Çi Bandorê li Sûrîyê Dike?

Piştî ku Îsraîlê çend rêberên Hizbullahê kuştin û dest bi operasyona bejahî li Lubnanê kiriye, çav li wê yekê ye ku bandora vê gurbûna şer li ser rol û hebûna Hizbullah li Sûrîyê wê çawa be.

Rojnamevan Munzir Mihemed dibêje ku "Di qonaxa heyî de şerê Îsraîl û Hizbullah wê li hindurê Lubnanê bimîne û derbazî nav axa Sûrîyê nabe, lê armancgirtina Îsraîlê ji navend û bingehên Hizbullah re li nav axa Sûrîyê wê bidome".

Mihemed herwiha dibîne ku êrîşên mîlîşayên Îranê ku hevalbendên Hizbullah in li dijî Hêzên Koalîsyonê û HSDê li Rojhilata Sûrîyê pêkan e zêde bibin, lê her guhertineke meydanî bi hilbijartinên Amerîka ve girêdayî ye.

"Bi hatina rêvebirîyeke nû li Amerîka pêkan e hin guhertin ne tenê li Bakur Rojhilatê Sûrîyê çêbin lê li tevahîya Sûrîyê, ev yek bi hevrikîya Îran û Îsraîlê ve jî girêdayî ye. Bi van guhertinan re dibe ku hin helwestên nû li Bakur Rojhilatê Sûrîyê derkevin," Mihemed got.

Li gor ku hin lêkolîn dîyar dikin pirtir ji 100 navendên Hizbullah li seranserî deverên bin destê rejîma Sûrî de belav dibin, hin navend tenê yên Hizbullah in û hinên din bi hêzên rejîmê û mîlîşyayên Îranê re hevbeş in. Dengê Amerîka nikarîbû van agahîyan ji alîyên fermî piştrast bike.

Rêveberîya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê jî ta niha ti daxuyanî yan helwesteke zelal û aşkere di vê derbarê de nîşan nedaye.

Her di vê derbarê de, nivîskar û şîrovekarê sîyasî Cemîl Reşîd îdîa dike ku "Gurbûna şerê li Lubnanê û êrîşa Îsraîlê hiştîye ku Hizbullah pir endamên xwe ji navend û bingehên li Sûrîyê bikşîne".

Reşîd dibîne ku şerê li Lubnanê û jiber lihevkirinên navherêmî wê niha ti guhertinê li ser nexşeya meydanî li Sûrîyê çêneke, lê eger vekişîna Îranê çêbibe wê demê hikûmeta Şamê dê li hember standina hin biryaran neçar be.

"Tenê du rê li pêş hikûmeta Şamê hene, yan rêkeftinê ligel Rêvebirîya Xweser bike jibo çareserîya alozîya Sûrîyê bi giştî, yan jî berê xwe bide Tirkîyê û lihevkirinên ewlekarî pêre îmza bike û ev yekî dê şaştîyeke pir mezin jibo wê", Reşîd got.

Cîhê bîrxistinê ye ku ji destpêka şerê navxweyî de li Sûrîyê, Hizbullahê Lubnanî destêwerdan li vî welatî kiriye û li kêleka hêzên rejîma Sûrî şerê komên çekdarê yên opozisyonê kiribû ku rola Hizbullah mezin bû ku pir dever vegerin bin kontrola rejîmê.

Herwiha, Îsraîlê pir caran pêgehên Hizbullah û mîlîşayên din yên alîgirên Îranê li Sûrîyê bombebaran kirine.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_10_02_2024_Hizbullah_Suriye