Îsraîl Dibêje Ew di Operasyona Bejayî de li Armancên Hizbullahê Dixe

Artêşa Îsraîlê îro Sêşemê ragihand ku yekîneyên komando û paraşutê, wek beşek ji operasyneke bejayî ya sînordarkirî, îro dest bi êrîşan li Lubnanê kirine.

Di vê navberê de, Hizbullah a bi piştgirîya Îranê jî got ku çekdarên wê navenda sazîya îstixbaratî jî di nav de, jimareke muşek avêtine Îsraîlê.

Hizbullah bi daxuyanîyekê ragihand ku çekdarên wê muşekên Fadi 4 li çeperên leşkerî yên li dora navenda bazirganî ya Tel Avîvê xistîye.

Hizbulah herwiha got ku hêzên wê bi muşekan navenda sazîya îstixbarata Îsraîlî, Mossadê kiriye armanc ku bi kuştina fermandar û rêberên xwe berpirs dibîne.

Karbidestekî ewlekarî yê Îsraîlî îro got ku êrîşên wan yên li başûrê Lubnanê, ku şeva borî destpê kirin, sînordar bûn û tenê bi mesafeyeke kurt di ava sînor de hatin borandin û ti pevçûnên rasterast bi şervanên Hizbullah re çênebûn.

Artêşa Îsraîlê got ku êrîşên wê yên bejayî yên li nava tixubê Lubnanê, dijî navendên Hizbullahê ku gefan li ser ewlehîya Îsraîlê dikin û ew ne şerekî dijî gelê Lubnanê ye.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Amîral Daniel Hagari got ku Hizbullah gundên Lubnanî yên li kêleka gundên Îsraîlî qulipandine navendên leşkerî yên pêkanîna êrîşên dijî Îsraîlê.

Hevdem, rûniştvanên başûrê Lubnanê jiber nêzîkbûna êrîşên Îsraîlê do Duşemê û îro Sêşemê bere xwe dan ber bi herêmên ewletir.

Jêderên xwecîhî ji Reutersê re got ku bi kêmî ve 600 kes îro hewil dida ku xwe bispêrin keşîşxaneyeke ser sînor, piştî ku artêşa Îsraîlê hişyarî dabû rûniştvanên gundê Mesîhî Ayn Ebl.

Berdevkîya artêşa Îsraîlê hişyarî da rûniştvanên Eyn Ebl û herî kêm 20 bajarokên din ku demûdest malên xwe vala bikin jiber ku ewê êrîşî wan xanîyan bikin ku Hizbullah wek çeper bi kar tîne.

Jêderan dîyar kir ku rûniştvan çûn keşîşxaneya bajarê Rimeiş, ku hişyarî ji hêla artêşa Îsrîalê ve nehat dayîn û li benda karwaneke artêşa Lubnanê bûn ku wan bibe Beyrutê.

Gurbûna girjîyê bûye sedema hişyarîya li seranserê cîhanê. Wezîrê Derve yê Brîtanî David Lammy got ku divê Îsraîl şaşitîyên berê dubare neke ku careke din li Lubnanê asê nebe.

Wezîrê Derve yê Îspanî Jose Manuel Albares jî got ku divê Îsraîl êrîşên bejayî li başûrê Lubnanê rawestîne ku pevçûnên li herêmê berfirehtir nebin.