Di Êrîşên Esmanî yên Îsraîlê de 12 Kes li Gazayê Hatin Kuştin

Karbidestên saxlemî yên Filîstînî ragihand ku di êrîşên esmanî yên Îsraîlê 12 kes îro Duşemê li Gaza hatin kuştin ku di nava wan de rojnamevan Wafa El-Udeynî jî hebû.

Karbidestên saxlemîyê got ku Udeynî dema ku muşekek li mala wê ya li bajarê Deir El-Belah ket, bi hevjîn û du zarokên xwe ve hate kuştin.

Udeynî li ser şerê berdewam nivîsên bi zimanê Îngilîzî dinivîsîn û nêrîna Filîstînîyan diparast.

Ofîsa medyayê ya hikûmeta Gaza ya bin kontrola Hamasê da zanîn ku bi wê kuştina dawî hejmara rojnamevanên Fîlîstînî yên ku di êrîşa Îsraîlî de ji 7'ê Cotmehê û vir ve hatin kuştin gihêştîye 174 kesan.

Artêşa Îsraîlê heta niha ti daxuyanî li ser kuştina Udeynî nedaye.

Di êrîşeke din de, Filîstînîyek li li Refah, nêzî sînorê bi Misirê re hat kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Jêderên saxlemîyê got ku di êrîşeke esmanî ya ser bajarokê Beyt Hanun li bakur kesek hat kuştin û hinekên din jî birîndar bûn û dû re di êrîşeke din ya esmanî ya ser xanîyekî 6 kes li Nuseyrat hatin kuştin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Hizbullah nêzî salek e ku jibo piştgirîkirina hevbenda xwe Hamasê li Gaza roketan davêje Îsraîlê û di demên dawîyê de artêşa Îsraîlê êrîşên xwe li Lubnanê zêde kirine.

Jêder: Reuters