Di Êrîşeke Ser Otobuseke Îsraîlî de 8 Kes li Kenara Rojava Birîndar Bûn

(Arşîv)

Artêşa Îsraîlê îro Înê ragihand ku Filîstînîyek roja Înîyê gule reşand ser otobuseke Îsraîlî ya nêzîkî wargeha Cîhûyan ya bi navê Ariel li Kenara Rojava û bi kêmî ve 8 kes birîndar kirin.

Artêşa Îsraîlê got ku êrîşkar dû re ji alîyê leşkerên wê ve hat kuştin.

Rêvebirîya saxlemî ya Îsraîlê, MDA ragihand ku di êrîşê de 4 kes bi çek birîndar bûne û rewşa 3 ji wan giran e û 4 kesên din jî bi parçeyên camên şikestî birîndar bûne.

Wezareta Saxlemî ya Filîstînê ragihand ku êrîşvan kesekî xwecîhî yê 46 salî ye. Baskê çekdar yê Hamasê, El-Qassamjî da zanîn ku ew kes endamekî wê ye.

Piştî ku şerê Hamas-Îsraîl ya li Gazayê di Cotmeha sala borî de destpê kir, tundûtûjî li seranserî Kenara Rojava jî zêde bûye.

Desthilatdarên Îsraîlî dibêjin ku bi dehan Îsraîlî di êrîşên kolanî yên Filîstînîyan de hatine kuştin.

Di heman demê de bi sedan Filîstînî ku di nava wan de şervanên çekdar, ciwanên ku kevir avêtine û kesên sivîl- di pevçûnên bi hêzên ewlekarî yên Israîlî re hatine kuştin.