Kabîneya Îsraîlê Budçeya Neteweyî ya 2025’an Pejirand

Kabîneya Îsraîlê di civînekê de (Arşîv)

Kabîneya Îsraîlê îro paketa diravî ya budçeya neteweyî ya 2025’an pejirand.

Wezîrê Aborî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich, ku bi sîyaseta xwe tundrê ya li rastê tê nas kirin, dîyar kir ku paketa nû piştgrî dide şer û aborîya welêt pêşve dibe.

Smotrich got ku armanca serekî ya budçeya 2025’an parastina aborî, domandina ewlekarî û serketina li hemî enîyan e.

Paketa bi 607,4 mîlyar şekel (162 mîlyar dolar) jibo leşkerên piştgirî jî 9 mîlyar şekel vediqetîne.

Piranîya Knessetê di destê koalîsyona Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de ye û çaverê ye parlaman budçeyê bipejirîne.

Netanyahu dîyar kir ku ew jiber biryara kabîneyê ya ser pejirandina budçeyê kêfxweş e û got ku Smotrich di sala şer de budçeyeke dijwar û hewce hazir kiriye.

Jêder: AFP