Blinken jibo Agirbestekê li Rojhiilata Navîn E

Blinken û şerokê Misirê Sîsî li Qahîrê

Hêzên Îsraîlî Sêşemê herî kêm 14 Filistînî di êrîşên esmanî de li bajarê Xan Yûnis yê başûrê Gazayê kuştin, di demekê de ku dîplomatkarê payebilind ê Amerîkî hewil dide navbeynkariya agirbestekê bike di şerê çar mehî de.

Îsraîlê got ku hêzên wê di 24 demjimêrên borî de bi dehan çekdarên Filistînî li seranserê Gazayê kuştine, û şerên giran li Xan Yûnisê û êrîşeke çaverîkirî li ser bajarokekî sînorî yê nêzîk ku ji awareyan tijî bûye, dibin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ji bo danûstandinan gihîşt Misirê piştî rawestana li Erebistana Siûdî di gera xwe ya Rojhilata Navîn de ku Filistîn hêvî dikin agirbestek ê pêk bîne berî ku hêzên Îsraîlî êrişî peravên başûrê Gazayê bikin ku zêdetirî milyonek kes lê dijîn.

Ev pêncemîn gera Blinken e bo herêmê ji dema êrîşa mîlîtanên Hamasê li ser Îsraîlê di 7ê Cotmehê de, û serdana wî ya yekem ji dema ku Washington pêşniyara yekem agirbesta dirêj a şer kir. Hamas dibêje ku ew hîn jî pêdaçûnê li ser vê pêşniyarê dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Matthew Miller got Blinken û welîahd ê Erebistana Siûdî li ser gavên herêmî yên ji bo dawîanîna domdar a şer, çareserkirina karesata mirovî ya li Gezayê û sînordarkirina belavbûna herêmî yên kirîzê, gotûbêj kirin.

Blinken hema piştî hilatina rojê ji Riyadê derket û gihîşt Qahîreyê û li wir bi Serok Abdel Fattah el-Sîsî re dest bi hevdîtinan kir. Pişt re ew diçe Qeter û Îsraîlê.