Wezareta Saxlemî ya Lubnanê ragihand ku dî êrîşeke Îsraîlê de 3 rojnamevan îro Înê li başûrê Lubnanê hatin kuştin.
Rojnamevanên ku li başûrê Lubnanê hatin kuştin kameravan Hesen Necar û endezyar Mihemed Reda yên ji rojnameya Al-Mayadeen ya alîgirê Îranê û kameravan Wisam Qasim, ku ji Hizbullah Al-Manar re dixebitî.
Li gor karbidestan di êrîşan de herwiha jimareke kesên din jî birîndar bûne.
Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanî Ziad Makarî got ku ew êrîş tawaneke şer e.
“Me bihîst ku firok pir nizim difire û em ji xewê şîyar kirin û dû re me dengê du muşekan bihîst û di êrîşlê de gelek xanî zarar dîtin."
Reuters got ku dîmenên ku Makarî parve kirin otomobîlên wergeryayî û zarardîtî nîşan didan ku li ser hinekan nivîsa "Press" xuya dikir.
Îsraîl, ku armancgirtina bi mebest ya rojnamevanan red dike, heta niha daxuyanîyeke ser wê nûçeyê nedaye.
Karbidestên Lubnanî dibêjin ku êrîşên Îsraîlê yên ser Lubnanê heta niha pirtir ji 2500 kes kuştine û ji1.2 mîlyon zêdetir kes jî derbider bûne.
Îsraîlê mehek berê dest bi operasyonên li Lubnanê kiribû ku sînorê xwe ji êrîşên Hizbullahê biparêze û vegera hemwelatîyên xwe yên li deverên ser tixub misoger bike.
Jêder: Reuters