Reuters: Di Agirbesteke Pêkan de Îsraîl Wê Bihêle 150 Hezar Gazayî Vegerin Bakur

Karbidestên Îsraîlî îro Çarşemê got ku Îsraîl di danûstandinên jibo pêkanîna agirbesta li Gazayê li Misirê qayil bûye ku ser mijara vegerandina Filîstînîyan ji bakurê Gaza re hin gavan bavêje, lê hikûmeta Îsraîlê bawer dike ku Hamas naxwaze lihevkirinek çêbe.

Du karbidestên ku danûstandinan agahdar in, ji Reutersê re got ku li gor pêşnîyara Amerîka ya jibo agirbestê, Îsraîl wê bihêle 150 hezar Filîstînî bê kontrolên ewlehîyê vegerin bakurê Gazayê.

Ofîsa Serokwezîr Benjamin Netanyahu li ser wê nûçeyê ti şîrove nedaye.

Hamas jî roja Sêşemê gotibû ku pêşnîyara dawî ya ji navbeynkarên Misirî û Qeterî benwedarîyên wê pêk nayîne, lê ewê pirtir pêdeçûnê li ser wê pêşnîyarê bike ku bersîvekê bide.

Îsraîlê, piştî şerê çend mehan, di nava vê hefteyê de piranîya hêzên xwe yên bejayî ji başûrê Gazayê vekişîbûn, lê Îsraîlî dibêjin ku ew plan dikin ku êrîşekê li ser Refahê bikin ku niha pirtir ji nîvê şênîya Gazayê dihewîne.

Netanyahu gotibû ku berî ku hêzên Îsraîlî li dû çekdarên mayî yên Hamasê bikevin, ewê sivîlan ji Refahê derxînin, lê xemên civata navnetewî ya ser rewşa sivîlan hîn jî di asteke bilind de didome.

Jêder: Reuters