Îspanya, jiber zêdebûna koçberên ku ji Afrîqa Bakur diçîn wî welatî, navendeke birêvebirina koçberan ava dike.
Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez da zanîn ku bi vê sazîya nû ewê karên bo koçberan koordîne bikin.
Sanchez dîyar kir ku her meh bi hezaran koçber derbazî Îspanya dibin û da zanîn ku ew bi Fas, ku bo koçberan navenda derbazbûna Ewrupa ya di ser Derya Sipî re ye, û welatên din yên koçberan re jî danûstandinan dikin.
Li gor Ajansa Koçberîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Îspanya di pênc mehên pêşî de 8,150 û ji dawîyê Gulanê heta niha jî 15,000 kesên di deryayê de liber fetisînê bûn, filitandin.
Îspanya, bi van hejmaran Îtalya, ku yek ji navendên koçberan e, derbaz kiriye.