Îspanya, Rewişa Awarte ya jiber vîrusa korona hatibû ragihandin bi dawî kir.
Rewişa Awarte ya li Îspanya bi qasî 100 roj berê hatibû ragihandin.
Bi bidawîbûna Rewişa Awarte re, li Îspanya qedexeya rêwîtîyê ya navbajarî qediya û wî welatî sînorên xwe ji dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE) re vekir.
Karbidestên saxlemîyê ji gel dixwazin ku maskeyan bidin ber rûyên xwe û li gor mesafeya civakî tevbigerin.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Îspanya pirtir ji 246,000 kes bi vîrusa korona ketine û 28,323 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.