Îspanya Dawî li Vekişînên ji Afganistanê Tîne

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê hikûmeta Îspanya ragihand ku wî welatî vekişîna ji Afganistanê temam kiriye.

Li gor daxuyanîya hikûmeta Îspanya çaverê ye ku firokên dawî îro Înê li bingeha leşkerî ya Torrejon ya li nêzî Madrîdê dakevin.

Hikûmetê dîyar kir ku du firokên leşkerî yên 81 Îspanyol rakirine îro Înê serê sibê derbazî Dubaî bûne.

Di firokan de çar leşkerên Portekîzî û 83 Afganên bi welatên NATO re xebitîne jî cîh girtine.

Karbidestên Îspanya dibêjin ku wan di vekişînê de 1898 Afganên bi Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtîya Ewrupa (YE) re xebitîne, derxistine.