Serokwezîra Îskoçya Banga Referanduma Serxwebûnê Dike

Serokwezîra Rêvebirîya Xweser ya Îskoçkya Nicola Sturgeon bo welatê xwe banga referanduma serxwebûnê kir.

Surgeon li Dublîn ya paytexta Îrlanda dîyar kir ku di sala pêş de piştî Hezîranê, bo referandumê demeke rast e.

Wê da zanîn ku di referanduma duyê de Îskoçya dê dengê xwe bide serxwebûnê û got ku ‘’Îskoçya jî dê mîna Îrlanda welatekî azad be’’

Serokwezîra Îskoçya dîyar kir ku ewê pêşnîyaza bo lidarxistina referanduma serxwebûnê sibê Çarşemê bibe parlamanê.