Bi Dehan Penaberên Efrînî li Şehba Dibin Qurbanîyên Mayînan

Bi dehan penaberên ku ji ber bombebarana artêşa Tirk li ser Efrînê koçberî Şehab bûbûn, dîsa dibin qurbanîyên çekan, ku bermahîyên şer û mayînên DAIŞ’ê di wan de dipeqin.

Şîler Sido

Şilêr Sîdo, rêvebira Heyva Sor ya Kurd dide zanîn ku DAIŞ’ê gelek bermahî û mayîn li paş xwe hiştine ku ji alîyê tîmên pispor ve nehatine paqij kirin.

“Mayîn li her derê hatine çandin û li nav mal û zevîyan de belavbûyî ne. 44 mayîn bi sivîlan de peqîne û qurbanîyên herî pir jin û zarok in. Ji 44 bûyerên peqîna mayînan 12 zarok in û 20 jin in, herwiha 17 kes jîyana xwe hinda kirin”.

Sîdo bal dikşîne ku sivîl dibin qurbanî çimkî ew nizanin mayîn çawa ne û pê li wan dikin.

“Heyva Sor hewil dide ku gel bi mayîn û xeterîya wan hişyar bike da ku ew bikanibin tedbîrên pêdivî bistînin. Em herwiha broşuran belav dikin û şêweyê xweparastina ji mayînan fêrî gel dikin, dê û bavan hişyar dikin û li dibistanan zarokan perwerde dikin.”

Sîdo xemgînîya xwe radigihîne ku li herêmê pisporên rakirina mayînan û rêxistinên ku wî warî de dixebitin tunene.

“Em banga hemû sazîyên peywendîdar dikin ku bo rakirina mayînan alîkarîya Heyva Sor bikin. Herwiha ji zarokên ku bûne qurbanîyên mayînan re destek were dayîn.”

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku herêma Şehba demekê ketibû dest komên çekdar û piştre DAIŞ'ê ew herêm kontrol kiribû û gelek çandibûn. Herem di 2016’an de ji hêla YPG'ê û Ceyş El-Siwar hatibû rizgar kirin.