Roja Duşemê 25ê vê mehê lîderekî Daiş ê tevî du çekdaran li gundê Ediwaniyê ku dikeve gundewarê bajarê Serêkaniyê bi rêya deronekê hatine armanc kirin.
Li gorî HSD dibe ku ew dûrn ya kiwaliayonê be, lê heya dema amadekirina vê raporê nehat piştraskirin ku êrîş bi dirûnê ji alîyê kiwalisyonê ye.
Li gorî Navenda Ragihanda HSD ê, lîderê bi navê Sebaahî Al-Ibrahîm Al-Misslih ku bi navê Ebû Hemze Al-şihêl tê naskirin yek ji mîrên rêxistina terrorist a Daiş bû.
Li gorî HSD ê, Ebû Hemze Al-şihêl rêvebrê Encûmena Şêwermendiyê an ku Mecilisa Alşûra ya Daiş ê ye, her wiha berpirsê serjêkirina bi dehan ji niştecihên herêmê ye.
Rêvebirê Navenda Ragihandê ya Hêzên Sûriya Demokiratîk HSD ê Ferhad Şamî di daxiwyaniyeke tayîbet e de bo dengê Amarêka got:
"Serçeteyê bi navê Ebû Hemze Al-şihêl ji rûnştevanên Dêrazorê ye, demekê li bajarê Reqayê bû, paş re çû herêma Dêrazorê, beriya ku Baxoz bike ve reviya herêmên di jêr kontrola Tirkiyê de."
Di berdewamiya Axafitna xwe de bi rêz Şamî diyar kir ku
Li gorî agahiyên di nav destê wan de serkireyê Daişê ji herêma Baxozê ber bi Çeraiblisê de çû bû, û piştî êrîşa Tirkiyê û çekdarên bi ser ve ser bajrê Serêkaniyê û Girêspî derbasî Serêkaniyê bû.
piştî êrîşa Tirkiyê û çekdarên bi ser ve ser bajrê Serêkaniyê û Girêspî di jêr navê navê Lîwaa Şuhedaa Bedir ku girêdayî Çeteyên Ehrar Al-şerqiyê ye li wê herêmê bi cih bû.
Şamî da zanîn ku derbarê Ebû Hemze Al-şihêl de, gelek agahî ji hêla HSD ê ve li ser hene û wan ev agahî bi hêzên Kowalisîonê re parvedikirin.
Gelek agahî û lîkolîn di nav destê mede hebûn, nexasim ku ew ji hêla niştecihên Reqayê û Tebqayê dihate naskirin ku di dagehên Daiş ê de beşdar dibû û li ser destê wî gelek Serîyên Sivîlan dihate qutkirin .
Di dawiya axafitina xwe de rêvebirê Navenda Ragihandê ya HSD ê Ferhad Şamî diyar kir ku di nava çekdarên bi ser Tirkiêy ve gelek Endam û lîderên Daişê hene û dê navê wan di demên bê de bêne eşkere kirin.
Hêjaye bi bêrxistinê ye ku roja 23 vê mehê Rêvebriya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ragihand ku Hêzên wan hewaî lîderê Cebeht elnusra yê binavê Ebdulhemîd Metter ku bi navê Ebû Ebuedellah Al-reqawî li bakûrê Sûriyê devera di jêr kontrola artêşa Tirkiyê de li bajarokê Silok hat armanckirin .
Li alîyekî din, rêxistina Sûrîyên ji bo Rastî û dadwerîyê di raporek xwe de vê salê navê 27 lîderên Daişê esker kir , ku di nava Artêşa Niştîmanî de ya pişgir ji Turkî hene.
Her wisa yek ji sedemên sizayên Amerîkî de ser giropa Ehrar el-Şerqîyê de ku jêr sîwana Artîşa Niştîmanî de kar dike ev bû ku ew girop û lîderê wê Ebû Hatim Şeqra çekdarên Daişê di nav refên Artêşa Niştîmanî de wan bi rêxistin dike.
Heya dema amadekirina vê raporê kiwalisyona navnetweyî ya şerê Dişê êrîşa ezmanî bi balafira bê pîlot li Serêkanîyê ku di encama wê El-Şihêl hat kuştin ne girtîye ser milê xwe.
Your browser doesn’t support HTML5