Ji destpêka sala 2023'an ve çalakîyên rêxistina DAIŞ ya terorîst bi awayekî berbiçav li hinek deverên Sûrîyê zêde bûne.
Li gor daneyên fermî DAIŞ di meha Tebaxê de, li herêmên jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) 18 êrîş dijî HSD'ê pêk anîn.
Li çolistana Sûrîyê jî, di heman mehê de DAIŞ'ê çar êrîşên mezin li parêzgehên Dêrezor, Reqa û Hemayê pêk anîn. Êrîşa herî tund li bajarê Meyadîn li rojhilata Dêrezorê bû. Di encamê de 43 kes hatin kuştin, ku 41 ji wan hêzên rejîma Sûrî bûn û 2 şofêrên tankeran bûn. Ji bilî wan, bêtirî 17 birîndar ketin.
Di operasyoneke ewlekarî ya asê û taybet ji alîyê HSD’ê ve de meha borî li navenda bajarê Reqayê rêberê herêma rojhilat ya DAIŞ hat kuştin.
HSD’ê nasnameya rêberê DAIŞ yê armanckirî wek Ebû Mucahid eşkere kir ku navê wî yê rastî jî Ibrahim el-Alî ye. Ew hemwelatîyê Sûrî bû.
Li alîyekî din, di encama tedbîrên HSD’ê li Dêrezorê û rakirina fermandarê meclîsa leşkerî ya Dêrezorê de şer navbera alîgirên Ebû Xewla û HSD derketiye holê û didome.
Tevî vê yekê, fermandarên HSD’ê piştrast dikin ku şerê li Dêrezorê navbera wan û mîlîsên girêdayî rêjîm û Îranê ye.
Li gor hin agahîyan, DAIŞ ji tevlihevîya li Dêrezorê sûdê werdigire û êrîşan pêk tîne.
Dengê Amerîka vê mijarê û hin mijarên girêdayî wê ligel berpirsê ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîyamend Elî û rojnamêvanan Lamara Erkendî û Emced Kurdo gotûbêj dike
Your browser doesn’t support HTML5