Hêzên Sûriya Demokrat HSDê û Çavdêriya Sûrî dibêjin çekdarên Daişê li rojhilata Sûriyê êrîşî kampeka bêşûnûwarbûyan kirin û bi dehan xelkê sivîl revandin.
HSDê di daxuyaniyekê de got di encama şerê şeva borî de li kampa Hejîn 20 çekdarên Daiî û jimarek şervanên HSDê hatin kuştin.
Daxuyaniya HSDê got çekdarên Daiş bi darê zorê sivîl birin cihê herî dawî yê di bin destê wan de.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got derdora 130 malbat ji aliyê tundrewan ve hatin revandin û huşdarî da ku renge ew wan bikujin.
Tê zanîn ku bû demeke pevçûn di navbera Daiş û HSDê de li parêzgeha Dêrazorê dibin.