Li Hesekê Girtîgeha Girtîyên DAIŞ Rastî Êrîşeke Mûşekan Hat

Îro Sêşemê danê sibehê rûniştvanên bajarê Hesekê yê bakur û rojhilatê Sûrîyê li ser dengê teqîneke hêzdar şîyar bûn, berî ku were zanîn ku ew ji encama êrîşeke bi mûşekan bû ser girtîgeha ku çekdarên DAIŞ'ê tê de ne.

Li girtîgeha ku bi navê Sîna'a tê zanîn, bi hezaran girtîyên DAIŞ'ê ji 2019'an ve girtî ne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ew êrîş tekez kir û ragihand ku girtîgeh rastî êrîşeke mûşekî hatiye.

Li gor agahîyên ku Dengê Amerîka bidestxist, mûşek li beşê bakur yê girtîgehê ket.

Berpirsê ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Sîyamend Elî, ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku hejmareke gitîyan bi sivikî birîndar bûn.

"Di vê êrîşa mûşekî de hejmarek ji Eşbal Elxîlafa, anku gencên Xîlafa, sivik birîndar bûn," Sîyamend Elî got.

Bi derketina êrîşê re, hejmareke girtîyên DAIŞ'ê xwestin birevin, li gor HSD'ê. Lê tedbîrên hêzên HSD'ê û hêzên ewlekarîya hundirîn rê li ber wê hewildanê girtin.

Sîyamend Elî ev yek jî ji Dengê Amerîka re tekez kir û got ku "şervanên me yên li derdora girtîgehê rê li ber reva wan girt."

Berpirsê ragihandina YPG tekez kir ku heta niha jêder û nasnameya êrîşkaran ne dîyar e.

"Hîn vekolîn berdewam e. Êrîşkar û çavkanîya êrîşê ne naskirî ne," Sîyamend Elî got.

Lê Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) ji Dengê Amerîka got ku êrîş ji rojhilatê Hesekê ve pêk hat û guman heye ku mîlîşyayên ser Îranê be êrîş pêk anîne.

Rêvebirê SOHR Ramî Ebdilrehman di daxuyanîyeke taybet de ji Dengê Amerîka re tekez kir ku êrîş bingeha hêzên koalisyonê ya li derdora girtîgehê armanc kir, lê rokêt li girtîgehên ket.

"Li gor agahiyan, mûşek ji rojhilatê Hesekê hat avêtin. Hemû dane nîşanan didin ku ew êrîş ji alîyê mîlîşyayên ser Îranê be pêk hatiye," Ebdilrehman got.

Piştî êrîşê, hêzên ewlekarîya hundirîn û hêzên Sûrîya Demokratîk li derdora girtîgehên û taxa Xiwêran belav bûn.

Rojnamevan Silêman Tewîl, ku li Hesekê dimîne, ji Dengê Amerîka re got ku hêzên HSD û hêzên ewlekarîyê bi hejmarên mezin rêbendên kontrolê li derveyî û nav bajêr asê kirine, û derdora girtîgehê dorpêç kiirine.

"HSD di amadebaşîyê de ye," Silêman Tawîl got.

Heta dema amedkirina vê raportê, ti komeke çekdar ew êrîş negirtîye ser xwe.