Reuters: Rêberê DAIŞ'ê Qureşî Hate Kuştin

ISIS داعش

Ajansa Reutersê ji zarê rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ragihand ku rêberê wê komê Ebu el-Hesen el-Haşimî el-Qureşî di şer de hatiye kuştin.

Berdevkê DAIŞ'ê ew nûçe di kanaleke Telegramê ya nêzî wê rêxistinê de bi mesajeke dengî ragihand .

“Ebu el-Hesen el-Haşimî el-Qureşî dema dijî neyarên xwedê şer dikir, hate kuştin,” wî got, bê ku hûrgilî bide.

Wî bi berdewamî da zanîn ku Ebu el-Husên el-Husênî el-Qureşî wê bibe rêberê wan yê nû.

Di peyaman dengî de ti agahîyên din yên derheqa rêberê nû hnehat dayîn.

Nûçegîhanê me yê Qamişlo Zana Omer jî ragihand ku jêderekî girîng, payebilind ji HSDê ji wî re piştrast kir ku Qureşî di encama operasyoneke hevbeş ya HSD û koalîsyona navnetewî de hatiye kuştin.

Your browser doesn’t support HTML5

HSD ji Dengê Amerîka re Kuştina Rêverê DAIŞê Piştrast Kir

* Ronkirina Edîtorî: CENTCOM’ê îro dîyar kir ku "...Kuştina Ebu el-Hesen el-Haşimî el-Qureşî di nîva Cotmehê de derbeyeke mezin li DAIŞ’ê da. Û ev operasyon ji alîyê Artêşa Azad a Sûrîyê ve li Deraa ya Sûrîyê hatiye kirin." Herwiha, HSD’ê berpirsîyarîya xwe di vê kuştinê de red kir; lê çavkanîyekî Dengê Amerîka dîyar kir ku HSD di kuştina el-Qureşî de rol lîstiye.