Serokwezîrê Îraqê Kuştina "Walîyê Îraqê" û Serkirdeyên Din Yên DAIŞê Radigihîne

Hêzên Leşkerê Îraqê

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî ragihand ku di operasyoneke ewlekarî de li bilindahiyên Hemrînê li bakurê rojhilatê welêt kesê bi navê "Walîyê Iraqê" yê DAIŞê tevî 8 serkirdeyên payebilind yên wê rêxistinê hatine kuştin.

Sûdanî got "Ez li gelê Îraqê pîroz dikim ku kesê bi navê Waliyê Îraqê û 8 lîderên DAIŞê hatine kuştin."

Sûdanî di nivîseke xwe ya li ser platforma “X”ê de eşkere kir, ku operasyon ji aliyê Hêzên Dijî Terorê û Ewlekariya Niştimanî û di bin çavdêriya operasyonên hevbeş de hatiye encamdan.

Derbarê heman mijarê, Fermandariya Operasyonên Hevbeş di daxuyaniyekê de ragihand ku operasyon "bi piştevaniya teknîkî û pevguhertina zanyariyên bawerpêkirî yên istixbaratî ji aliyê hêzên hevpeymaniya navdewletî ve îro danê sibê" pêk hat.

Daxuyanî amaje bi wê yekê jî kir, ku li gorî malpera "Şefeq News"ê, di operasyonê de "9 terorîst hatin kuştin, di nav wan de tawankar Casim El-Mezrû'î Ebû Ebdulqader ku weke "Walîyê Îraqê" dihat naskirin û serkirdeyên din yên rêza yekê di wê rêzxistina terorîst de. Daxuyanî dide zanîn ku piştî têsta DNA'ê dê nav û hûrgiliyên wan bên eşkerekirin."

Daxuyaniyê herwiha eşkere kir, ku "Di 8 veşargehan de ku ji aliyê çekdarên têkçûyî ve hatibûn bikaranîn, gelek çek, cebilxane û amûr hatin desteserkirin."

Daxuyanî bal dikişîne ser wê yekê ku di operasyonê de her hemî çek û şiyanên çekdaran hatine wêrankirin û kargeheke mezin ya çêkirina bombeyan û çêkirina bermîlên teqîner jî wêran kirîye, û tekez kir ku operasyon hîn dom dike.

Jêder: Alhurra/Reuters