Piştî êrîşên Tirkîyê yên Cotmehê ser herêmên Kurdên Sûrîyê, karbidest û çavdêr dibêjin asta êrîşên koma terorîst ya DAIŞ’ê zêde bûye.
Ji 9’ê Cotmehê heta 20 mehê DAIŞ’ê 10 êrîş pêkanîn li deverên jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) pêk anîn. Jiber vê yekê, yekîneyên taybet yên HSD û hêzên ewlekarîyê bi piştevanîya koalisyonê operasyonên pêşdem û rêgir li dijî torên veşartî yên DAIŞ’ê zêde kirine.
Li gor daxuyanîyên fermî yên HSD û Hêzên Ewlekarîya Hindurîn, ji 9 Cotmehê heya 22 heman mehê, anku piştî êrîşa Tirkîyê, HSD di encama çar operasyonanan de 12 çekdarên DAIŞ’ê girtine.
Herwisa, Hêzên Antî Teror (HAT) yên Asayîşê çar operasyon pêk anîn û di encama wan de 21 endamên DAIŞ’ê hatin girtin.
Piranîya operasyonên HSD û HAT li bejahîya devera Dêrazorê bûn, lê du operasyon li navçeya başûrê Qamişlo, li bejahîya Tilhemîs û Tilbirakê pêk hatin.
Sedemên aktîfbûna DAIŞ’ê çi ne?
Li gor HSDê, sedemên aktîfbûna DAIŞ’ê di vê demê de jiber mijûlbûna hêzên wan û hêzên asayîşê bi du êrîşan bûn.
Berpirsê ragihadina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîyamend Elî ji Dengê Amerîka re piştrast dike ku êrîşên Tirkîyê yên Cotemhê û bûyerên Dêrazorê yên di Tebaxa vê salê de bingehek jibo aktîfbûna DAIŞ’ê afirand.
"Helbet ev in wek du sedemên serekene jibo DAIŞ’ê jê sûd bigrin û careke din êrîşên xwe zindî bikin," Elî got.
Rola Êrîşên Mîlîşyayên Îranê
Çavdêr bawer dikin ku êrîşa Hamasê ser Îsraîlê dibe ku bûne sedem ku moralê torên veşartî yên DAIŞ’ê li Sûrîyê û Îraqê bilind bibe.
Rojnamevan Emced Kurdo dibêje ku êrîşa Hamasê wê ser du astan DAIŞ’ê aktîf bike. "Yek ku wê tevlîbûna nav DAIŞ’ê zêde bike, ya din jî wê HSD û hêzên koalisyonê armanc bike da ku ji alîgirên xwe re bêje ew alîkarîya Hamasê dike," Kurdo da zanîn.
Li gor Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR). mîlîşyayên Îranî li Sûrîyê jibo piştevanîya Hamasê 3 êrîş li dijî bingehên koalisyonê li Sûrîyê pêk anî, ya dawî şeva 23ê Cotmehê bû. Herwiha, di 22ê Cotmehê de mîlîşyayên Îranê droneke HSD li ser xeta Firatê li navçeya Dêrazorê anî xwarê, li gor SOHR.
Li alîyekî din, piştî êrîşa Hamasê mîlîşyayên bi ser Îranê ve êrîşên xwe ser hêzên koalisyonê li Sûrîye û Îraqê zêde kirine. Li gor navendên lêkolînan, êrîşên mîlîşyayên Îranî û êrîşên Tirkîyê wê bibin sedema sivikkirina fişara ewlekarî ser torên veşartî yên DAIŞ’ê û di encam de DAIŞ aktîf dibe.
Rêgir û tedbîrên koalisyon û HSD çi ne?
Li gor amarên SOHR, di Cotmehê de du karwanên piştîgirîyê yên hêzên koalisyonê derbazî Sûrîyê bûne.
Li gor heman jêderê, hêzên koalisyonê 6 tedbîqatên şer û perwerdeya bi çek û hevbeş li gel HSD li bingeha xwe li Tilbeyder li bakurê Hesekê û bingehên xwe li Dêrazorê pêk anîn. Herwisa, hêzên HSD û koalisyonê bi taybetî li Dêrazorê di amadebaşîyê de ne.
Li alîyekî din, HSD û hêzên HAT bi piştevanîya koalisyonê guvaştina ewlekarî ser DAIŞ zêde kirine .
Amerîka wê piştevanîya xwe ji HSD zêde bike?
Êrîşên Milîsên Îranê ji alîyekî, êrîşên Turkîyê li alîyekî din derfetek başe jibo Daişê ku careke din aktîf bibe, nemaze ku çavdêrê bawer dikin dê şerê Îsraîl û Hamasê dê berfireh bibe û derbazî Sûrîyê û Libananê bibe.
Rojnamevan û çavdêrê rewşa DAIŞê Hoşeng Hesen dibêje ku wê Îranê û mîlîşyayên wê êrîşên xwe dijî HSD û koalisyonê di siberojê de zêde bike. Hesen bawer dike ku Tirkîyê wê hewlbide ku ji wê şerî sûdê bigre û êrîşan dijî Kurdên Sûrîyê pêk bîne.
"Divê Amerîka hevalbendên xwe li Sûrîyê biparêze, çi ji êrîşên Îranê, çi jî ji êrîşên Tirkîyê," Hesen ji Dengê Amerîka re got.
Li herêmên Kurdên Sûrîyê bêtirî 60 hezar malbatên DAIŞê li kampan ne, û 10 hezar Daişî di girtîgehan de û bi hezaran çekdarên DAIŞê weke torên veşartî yên DAIŞ’ê aktîf in.
Gelek çavdêr dipirsin gelo wê rewş ligel hebûna van kesan çawa bibe heger şerê heyî derbazî Sûrîyê bibe.
Your browser doesn’t support HTML5