ISGlobal Dibêje Sala Borî Pirtir ji 47 Hezar Kes jiber Germa Zêde li Ewrupa Mirine

Qîzek jiber germa bilind ava sar li serê xwe dirjîne. Messina, Girava Sîcîlya, Îtalya

Enstîtuya Saxlemîya Cîhanê ya Barselona (ISGlobal) bi raporekê ragihand ku sala 2023’yan jiber germa zêde li Ewrupa pirtir ji 47,000 kes mirine.

ISGlobal bi bîr xist ku sala borî wek sala herî germ ya dinê hat tomar kirin û germa zêde pirtir li başûrê Ewrupa bandora xwe nîşan daye.

ISGlobal bal dikşîne ku jiber guherîna îklimê, zêdebûna germê didome û parzemîna Ewrupa bi lezgînî germtir dibe.

ISGlobal dîyar dike ku ger sîstemên ser hişyarîyên jibo germa zêde û başbûna xizmetên saxlemîyê nebûna, mirinên jiber germê wê bi awayekî berbiçav hîn zêdetir bûbûna.

Lêkolera ISGlobalê Elisa Gallo dîyar kir ku di vê sedsalê de li hember germa zêde hişyarî û amadekarîya civakî xurt bûne û ew jî mirinên jiber wê kêşeyê kêmtir dike.

Rapora ku tomarên 35 dewletan tê de tomarkirê ne, nîşan dide ku 47,690 kes jiber sedemên ji germa zêde mirine.

Yunanistan, Bulgaristan, Îtalya, Îspanya welatên li pêş in ku rêjeya mirina jiber germê lê bilind e.

Jêder: Reuters