Çekdarên Daişê li Îraqê û Sûriyê Êrîşên Xwe Gur Dikine

Di demekê de ku vîrusa koronayê rewşeke awarte li Îraqê û Sûriyê derxistiye pêş, çekdarên Daişê careke din xwe didine ser hev û hewla êrîşan li herdu welatan dikine.

Şarezayên ewlekariyê û yên Neteweyên Yekgirtî xemên xwe der dibirin ku dê gurûp hewl bide careke din vegere û bihêz bibe.

Di hefteya yekem a Remezanê de, çekdarek li bajarê kerkûkê li gel kembera xwe ya bumbekirî ji otombêla xwe daket û bi aramî nêzîkî dergehê avahiya agahdariyan bû û dema ku wî daxwza nobedaran a rawestanê paşguh xist, nobedaran ew gulebaran kir û wî xwe teqand. Di encamê de sê nobedar birîndar bûn.

Piştî çend rojan di sê êrîşên organîzekirî de çekdaran 10 mîlîtanên Îraqî li parêzgeha Selahedînê kuştin.

Li Sûriyê jî, êrîşên Daişê li dijî hêzên ewlekariyê û zeviyên niftê gur bûne.

Derengî meha Adarê, çekdarên Daişê her wiha helmeteke êrîşan li parêzgeha Homsê pêk anî li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê. Wan êrîş xwe ji parêzgeha Homsê heta Dêrezorê li ser sînorê Îraqê kirin.

Yek ji êrîşên mezin ên Daiş di 9 meha Nîsanê de bû, dema çekdaran bingehên hikûmetê kirin armanc li nêzîkî bajarokê Suxne û hikûmetê bi piştgiriya êrîşên esmanî yên Rûsyayê hêzên mezin anîn herêmê.

Di şerê du rojan de 32 serbazên Sûriyê û 26 çekdarên Daişê hatin kuştin, li gor Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan.

Li Bakurê Sûriyê hêzên Kurdî bêhtir dibine armanca Daişê di demekê de ku ew mijûlî nobedariya pîvanên vîrusa koronayê ne, li gor peyvdarê hêzên Kurdî Mervan Qamîşlo.

Ji bilî rewşa tengaviyan a vîrusa koronayê, gurûp nakokiyên di navbera hikûmeta Navendî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê de û her wiha vekişîna hêzên Amerîkî wek derfet dibîne ji bo gurkirina êrîşên xwe.

Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdiustana Îraqê Qubad Telebanî ev yek wek gefeke rijdî binav kir û got:

“Ew xwe didin ser hev û li bakur me dikujin û dê nêzîk li Bexdayê jî bixin.”

Wî got Daiş sûdeyê ji boşahiya ewlekarî ya di navera hêzên fedralî û yên Kurdî de werdigre.

Raportên agahdariyê dibêjin hejmara çekdarên daişê li Îraqê di navbera 2,500 û 3,000î de ne.

Berpirsên agahdarî yên Îraqê got dora 500 çekdar di van demên dawî de ji Sûriyê derbasî Îraqê bûn ji bo gurkirina êrîşan li wir.

Sê berpirsên artêşa Îraqê û şarezayan got çekdarên Daişê êdî ji kiryarên biçûk ên xwecihî derbasî êrîşên mezintir dibine.

Berpirsên artêşê got hejmarek hokar alîkariya çekdaran dikin, di nav de jî kêmbûna hejmara leşkerên Îraqî yên li ser kar ku bi rêjiya 50% daketiye bi sedema vîrusa koronayê.

Peyvdarê Koalisyona Navnetewî ya şerê dijî Daişê Myles B. Caggins got êrîşên Daişê zêde dibine wek riyaksyon li beramber operasyonên li dijî cihên wan ên nehênî li herêmên çiyayî û gundewarên bakur û navenda Îraqê.

Berpirsên Îraqî bawer dikin ku mebesta êrîşên dawî yên Daişê ew e bihêzkirina desthilata serkirdeyê nû yê gurûpê Ebû Îbrahîm el-Haşîmî el-Qureyşî, ku hatibû binavkirin piştî kuştina Ebû Bekir el-Bexdadî ji aliyê Amerîka ve.

Jêder: AP