Rewşa Sîyasî ya Aloz li Îraqê Wê Çawa Çareser Be?

Alozîya sîyasî li Îraqê ber bi qonaxeke metirsîdar dimeşe, ne hikûmeta hat pêkanîn ne jî serokomar hat hilbijartin û ew jî valahîyeke qanûnî derdixe.

Hejmarek ji korbend û civînên alîyên hikûmdar û xwedî cemawer têne kirin, lê ta îro ti encamên dilxweşker bo gelê Îraqî nehatine pêş.

Alîyên xwedî kursîyên parlemanê berdewam di hevrikî û xwenîşadanan den e, hin alîyên din ji çaverêyî rêkxistina mala Şîa ne ku dawî bi vê rewşa aloz bînin.

Li Herêma Kurdistanê jî hîn her du parîyên serekî PDK û YNK li ser posta serokomarî negihanê ti rêketinên dawîyê.

Ebdula Salih, parlamanterê berê ye Îraqê li ser lista PDK ji Dengê Amerîka re got ku rewşa Îraqê ber bi qonaxeke gelek nedîyar bi rêve diçe.

“Min ji mêjve gotiye ku ew bawer nakim ku ti hikûmetên nû bên çêkirin, ne ti hilbijartin bêne kirin. Divê alîyek ji terefên vê nakokîyê bişkîne.”

Your browser doesn’t support HTML5

SB_10_03_2022_Rewşa_Sîyasî_ya_Îraqê