Rojnamevanekî Amerîkî li Ukrayna Hat Kuştin Û Yek Jî Birîndar Bû

Derketina xelkî ji Irpin derveyî paytext Kîev

Rojnamevanekê Amerîkî li Îrpin, li bakurê Kîev rastî gulebarandinê hat û jiyana xwe ji dest da, her wiha yekî din jî birîndar.

Evy ek ji aliyê gelek kenalên mediyayî yên Amerîkî ve hat raginadin.

New York Time dibêje, ew "Ji ber bihistina mirina Brent Renaud gelek xemgînin", êdî nema ew di nava kar be.

Danylo Shapovalov, nijdarekî dilxwaze ku ji bo parastina axa Ukraynayê bi dilxwazî xebatê dike, got kesekî Amerîkî di cih de mir û yekî din jî birîndar bûye û tê derman kir.

kenal û saziyên mediya Amerîkî ragihandin ku polîsê Ukraynayê gotiye, rojnamevanekî Amerîkî roja Yekşemê li bajarokê Irpin li derveyî paytexta Kîev ji aliyê hêzên Rûsî ve hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Rojnamevan Annalîsa Camilli di hesaba xwe ya twîterê de derbarê bûyerê videyoyek weşandîye ji kesekî birîndar re derbarê bûyerê tê pirsîn û ew jî bersivê dide.

Li gorî Andriy Nebytov, berpirsê polîsên herêmî yên Kîevê, rojnamevan û fîlmsaz Brent Renaud, derhênerê 50 salî, dema ku leşkerên rûsî gulebaranin pêkanîn, hat kuştin. Nebytov wêneyek grafîkî ya ku tê îdiakirin laşê Renaud li ser Facebookê belav kir, her weha wêneyên pasaporta wî ya Amerîkî û pêbaweriyên medyayê yên ku ji hêla The New York Times ve hatine weşandin.