Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) îro Pêncşemê bang li dezgeha dadwerî ya Komara Îslamî kir ku "kesên ku nûçe û ragihandinên derew belav dikin" werin darizandin.
Pasdaran ragihand ku derbarê kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî nûçe û ragihandinên derew û şaş têne belav kirin û divê ew kes werin darizandin.
"Me ji dezgeha dadwerîyê daxwaz kir ku kesên ku ser medyaya civakî û herwiha li kolanan nûçe û gotegotên derew belav dikin û ewlekarîya derûnî ya civakê dixin xeterîyê, dîyar bike û bi biryarî wan darizîne," Pasdaran got.
Rêxistina leşkerî ya Îranî herwiha bo malbat û xizmên Jîna Amînî peyameke sersaxîyê şand.
Xwepêşandanên dijî kuştina Amînî ku hîn jî didomin, ji 2019’an vir ve mezintirîn xwepêşandanên li Komara Îslamî ne.
Piranîya xwepêşandanan li bakurê rojavayê Îranê ku heremên Kurdan in pêk tên.
Lê, li paytext Tehranê û herî kêm 50 bajar û bajarokên li seren ser ê Îranê belav bûne, û polîs hêza tund bikar tîne da ku xwepêşanderan belav bike.
Ji alîyê din ve li gor ragihandina medyaya Îranî, xwepêşandanan alîgirê hikûmetê bo sibe Înê têne plan kirin.
Rojnameya Kayhanê ya bibandor ya tundrê wiha got: "Vîna gelê Îranê ev e: Sûcdaran Nebexşînin."
Hêjayê gotinê ye ku keça Kurd Jîna Amînî ya 22 salî, hefteya borî piştî ku li Tehranê jiber " lixwekirina cil û bergên neguncav" hatibû girtin, hate kuştin.
Karbidestên Îranê dîyar kiribûn ku wê di derbarê sedema mirina Amînî de lêpirsînê bidin destpêkirin.