Şiwan Mihemed: Helwên Dabeşkirina Hevpeymaniya Sêqolî Bûne

Şiwan Mihemed

Endamekî parlemana Îraqê ji fraksyona Partiya Demokrata Kurdistan(PDK) ragihand ku hin hewldan bûne ku dabeşbûnekê bikeve nav hevpeymaniya sêqolî (şepêla Sedir, PDK, û Erebên Sunnî) lê wî got ku hevpaymanî bihêz e û ew hewldan têk çûn.

Di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka, parlemanter Şiwan Mihemed anî ziman ku pêkanîna hikûmeta Îraqê bê şepêla Sedir ne hêsan e.

Wî got:

“Sedir derfet daye aliyan ku hikûmetê bê wî pêk bînin, lê hikûmet bê Sedir ne pêkan e. Ji ber wilo divê aliyên Şîaa di navbera xwe de bigihin lihevkirinekê.”

Parlemanterê PDKê nîşan bi wê yekê da ku şepêla Sedir û erebên Sunnî naxwazin Sedir opozisyon be, ji ber ku pêkanîna hikûmetê bê Sedir ne hêsan e, dê rojane xwepêşandan bibin û rewş seqamgîr nabe.

Mihemed di derbarê negihştina rêkeftinekê de di navbera şepêla Sedir û çarçoweya Hevrêziyê û dubarekirina hilbijartinan, dibêje,”Hilbijartin proseyeke zehmet e. Hilweşandina parlemanê pêwîstî bi 220 deng heye û ti alîyek nikare ewqas parlemanter kom bike."

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/ Dilşad Enwer