Li Kurdistana Îraqê Hilbijartinên Parlemanê Birêve Diçin

Piştî çend caran paşxistin, Kurdên Îraqî roja Yekşemê dest bi dengdana hilbijartinên parlemanî li herêma xwe ya xweser li bakurê Îraqê kirin.

Dengdan tê kirin ku 100 parlementer werin hilbijartin û piştre ji bo Kurdistana Iraqê, ku di sala 1991ê de xwebirêvebirî bi dest xistiye, serokê parlemanê, serokek û serokwezîrek hilbijêrin.

Hilbijartinên parlemana Kurdistanê ku di destpêkê de biryar bû di sala 2022an de bihata kirin, ji ber nakokiyên di navbera her du partiyên serdest, Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de, çendîn car hatiye paşxistin.

Di demekê de ku partiyên opozisyonê qels dibin, dibe ku her du partîyên sereke, Partîya Demokrata Kurdistanê û Yekîtî Niştimanî Kurdistan, ku zêdetirî sî salan desthilatdar in, parvekirina desthilatdariyê dirêj bikin.

Dengdan demjimêr 6 êvarê (1500 GMT) bi dema Herêmê bi dawî dibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ku li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê deng da, got: "Em hêvîdar in ku di zûtirîn dem de hikûmeteke yekgirtî ya herêmî bê avakirin û rewşa welatiyan ber bi başiyê ve biçe."

Di di bersiva pirseka peyamnêrê Dengê Amerîka Diya Jamal da, li dor hebûna her sextekarîyekê di proseya hilbijartinê de, û got: "Mîkanîzm pir bi hêz in û li gor tiştên min dîtî, ez hest nakim ku sextekarîyê cih di vê proseyê de hebe."

Diyar Jamal, li bi geheka dengdanê bû, nîşan bi wê yekê da ku di demjimêrên destpêkê de, hin pirsgirêkên amûran derketin pêş.

Berpirsên hilbijartinan dibêjin, her kesek yan alîyek ku gilî hebin, dikarin li gor pîvanên proseya hilbi9jartinê serî li komisyona hilbijartinan bidin.

Beşek ji agahîyên vê raportê ji Ajansa Reuters hatine wergirtin.