Dadgeha federal li Îraqê îro Yekşemê biryar da ku berbijartîya Hoşyar Zêbarê bo posta serokomarê welêt bi awayekî demkî rawestîne, heta dawîkirina dozeke dadwerî dijî berbijartîya wî.
Ajansa nûçeyan ya Îraqê ragihand dadgeha federal rûniştinek pêk anî û biryar da ku heta dozên li dijî berbijarê Partîya Demokrata Kurdistanê werin çarerser kirin, ewê berbijartîya Zêbarî rawestîne.
Dadgehê di daxuyanîyekê de got ku mercên berbijartîyê li Zêbarî nayên bicîh kirin û wî mercên destûra Îraqê yên “navê baş û rastîyê” binpê kiriye.
Dadgeha federal ya bilind li Îraqê herwiha anî ziman ku dema Zêbarî wezîrê darayî bû, parlemana Îraqê ew jiber dozên gendelîyê dabû ber lêpirsînê û bawerî jê kişandibû.
Li ber e ku parlemana Îraqê roja Duşemê, 7’ê Sibatê, civînekê lidar bixe da ku serokomarê nû yê Îraqê hilbijêre.