Parlemana Îraqê di Nava Nakokiyan de Rûniştina Yekê Encam Dide

Rûniştina yekê ya Parlemana Îraqê Çile 9, 2022.

Endamên nû yên parlemana Îraqê di nava nakokî û komek pirsgirêkên hilawîstî de, rûniştina xwe yekê pêkanî, jiber wê yekê rûniştin di dema xwe ya diyarkirî de pêknehat, ku biryarbû di dmejimêr 11ê serê sibê de pêkbihê, lê çend demjimêran hat paşxistin heta demjimêr 3ê piştî nîvro.

Sedemê paşkeftina rûniştina parlemanê nakokî û lihevhatinên di navbera aliyên siyasî de bû, bi taybet derbarê postê yekemîn cîgirê serokê parlemanî, aliyên şîa li ser kesekî destnîşankirî lihev nekirin.

Herçende, Erebêb Sûnî li ser kandîd kirina Mihemed Helbûsî bo serokatiya Parlemanî lihev kirbûn, lê paşî, Mehmûd Meşhedanî, parlementarê hevpeymaniya Azim, pêgirî lihevkirina sûniyan nebû û gotî ew dixwaze xwe kandîd bike.

Partî demokratî Kurdistan PDKê jî, tekez li ser kandîd kirina Şaxewan Ebdullah kir bo cîgirê duyê yê parlemanî, herwiha endamê Yekgirtûya Îslamê Mûsena Emîn û Sirwe Ebdulwahîd parlementera Newey Nwê (Nifşê Nû), her yekî ji wan xwes xwe kandîd bike bo cîgirê duyê yê serokê parlemanî.

Aliyên Şîa jî, bê girft nebûn, Hakim Zamilî ji aliyê Rewta Sedir bo cîgirê yekê yê serokatiya parlemanî xwe kandîd kir, lê li gor lihevhatina aliyên şîa li dij kandîd kirina Zamilê derketin, jiber van nakokiyan bo cara duyan rûniştina parlemanî hat paş xistin.

Şêrko Mîrweys, endamê dewreya borî ya parlemana Îraqê got Dengê Amerîka, "Paşxistina rûniştina parlemanî, belgeye bo nakokî û nearamiyê li Îraqê." Hewriha wî got "Proseya siyasî li ser bingehek saxlem nîne, hêza ku piranîye hikûmetê pêktîne, yên din jî dibin opozisyon, her hemî dixwazin beşdarî hikûmetê bibin, rewşa siyasî weke ya Lubnanê, hikûmetek nayê qebûl kirin eger ku hin alî bihên mandila kirin."

Hêzên Şîa mezheb jî di nava xwe de nakokin, ew dibêjin, Rewta Sedir, Erebên Sûnî û Kurd bi taybet PDK lihev kirine ku hikûmetê ava bikin ev jî li gorî ajêndaya derve pêkhatiye, weke ew aliyên şîa dibêjin û fikir dikin.

Sedema serke ya li hemebr rûniştinên Parlemanî, hêzên Şîa yên nerazî ne, eger na Sûnîyan xwe zelal kirîye û Helbûsî weke berbijarê serokê Parlemenê destnîşan kirîye, Partî demokratî Kurdistan PDKê jî, Şaxewan Ebdullah weke cîgirê duyê yê serok parleman destnîşan kirîye, lê duberî di nava şîayan de heye.

Şiwan Mihemedî parlementerê PDKê zelal kir ku PDK û YNK lihevkirinek hevbeş heye û li ser pirsên stratejî yên girêdayî xelkê herêma Kurdistanê lihev kirine, bê ku naverokê wê lihevkirinê eşkera bibe.

Herçende goman li ser lihevkirina PDKê bi zelalî li gel rewta Sedir heye, lê niha Kurd naxwzin bi eşkere bibin beşek ji nakokiyên di nava mala şîyan de.

Ev di demkî de ye eger , îro hilbijartin bo pêkanîna desteya serokatiya Palemanê bi encam nebe, dema ku şîyayan di nava xwe de lihev nekirin, divê kurd xwe yekalî bikin û deng bidin kandîdê şîa.

Şêrko Mîrweys lîderekî YNKê dibêje "Kurd naxwazin beşekî ji nakokiyên di nava şîayan de, baştire jî ku nebin beşek ji wê kêşeyê."

Nakokiyên di nava şîayana de gehişt wê astê ku parlementarên rewta Sedir bi cilên leşkerî û kifn herin hola parlementoyê, bi armanca wê ku eger bêne kuştin jî ji rastiyê varê nabîn. Herwiha parlementerên Îmtîdad jî, bi Toktokan xwe gihand avahiyê parlemanê ku weke sîmboleke jibo bîranîna xûna wan qurabaniyan yên ku di xwepîşandên aştiyane de li Îraqê hatine kuştin û varê nebûn ji rêya hejar û binestan, parlementarên PDKê û YNKê jî bi cilên kurdî çûne parlemanî, weke amajeyek bo şerê netewî, ev jî bo sedema ku rexne di tora mediya civakî de derkevin û her grûpek bi cilê xwe di parlemanî de derkeve weke "mûzayeda" siyasî nirxand.

Şiwan Mihemedî endamê PDKê yê xula nû ya parlemanê Îraqê ku bi cilên Kurdî beşdar bû got "Berxwekirina cilên kurdî têkilî bi netewe peristiyê ve nîne, cilên kurdî cilek fermîye û em jî kurd in, jiber wê yek me hezkir yekem rûniştina palemanê Îraqê bi cilên kurdî beşdariyê bikîn."

Hilbijartina destya serokatiya Parlemanî pêwîstî bi 50+1 yê dengên parlementeran heye, eger ku hêzên şîa di nava xwe de lihevnekin ku desteya serokatiyê bihê hilbijartin, wî çaxî dê di dema dengdanê de jî pirsgirêkên kûr derkevin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Kerkuk 09 01 2022