Îraqê Cezayê Darvekirinê Dide Hevjîna Rêberê Kuştî yê DAIŞ'ê

Ebûbekir Bexdadî Rêberê Rêxistina teororîst ya (Dewleta Îslamê DAIŞ)ê

Dadwerîya Îraqê îro Çarşemê ragihand ku li hevjîna rêberê kuştî yê koma terorîst ya Dewleta Îslamî (DAIŞ)ê, Ebûbekir Bexdadî, cezayê darvekirinê hatiye birîn, bi tawanên xebata jibo komê û ragirtina jinên Êzidî.

Civata Bilind ya Dadwerîya Îraqê nasnameya hevjîna Bexdadî dîyar nekir lê jêderekî dadwerî ji AFP re wek Esma Mihemed da zanîn.

"Dadgeha tawanan ya Kerxê (rojavayê Bexdayê) hevjîna terorîst Ebûbekir Bexdadî bi tawana xebta bo rêxistina terorîst ya DAIŞ’ê û ragirtina jinên Êzidî di mala xwe de, cezayê darvekirinê mehkûm kir," Civatê li ser malpera xwe got.

Civatê da zanîn ku jinên Êzidî li navçeya Şingalê li rojavayê parêzgeha Nînewayê ji alîyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û piştre ji aliyê wê jinê ve di mala wê de li Mûsilê hatin ragirtin.

Jêderên dadwerî ji AFP’ê re ragihandin ku hevjîna Bexdadî piştî ku li Tirkîyê hatiye desteser kiri, tevî zarokên wê anîne Îraqê.

Îraqê di Sibatê de ragihand ku wê "vegerandina malbata" Bexdadî pêk anîye.

Di Mijdara 2019’an de, Tirkîyê ragihandibû ku wê jina Bexdadî desteser kiriye, ku medya Tirkiyê di Hezîrana 2018an de bi navê Esma Fewzî Mihemed El-Qubeysî dabû nasandin.

Hat ragihandin ku divê ev biryara cezayê darvekirnê ji alîyê dadgeha pêdaçûnê ya Îraqê ve were erê kirin da ku biryara dawî bibe û were sepandin.

Ebûbekir el-Bexdadî, ku di Mijdara 2019’an de di êrîşeke hêzên taybet yên Amerîkî de li bakurê rojavayê Sûrîyê hat kuştin. Bexdadî, xwe wek wek "Xelîfeyê" hemû misilmanan dîyar kiribû.

Koma wî ya tundrê DAIŞ’ê di navbera 2014-2017’an da ser herêmên mezin yên Îraq û Sûrîyê serwerîya xwe ava kiribû, berîya ku bi êrîşên bi pêşengîya Amerîka xels bibe.

Jêder: AFP, Reuters