Îraq jiber Vîrusa Korona Derîyên Sînor yên bi Îranê re Digire

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Îraqê jiber vîrusa korona ya bi navê Covid-19 hemî derîyên sînor yên bi Îranê re bo 3 rojan girtine.

Karbidestên Îraqê didin zanîn ku hemwelatîyên Îranê dê heta 3 rojan bi ti awayî nikaribin derbazî welatê wan bin.

Îraqê berî demeke kin firînên ber bi Îranê ve jî rawestandibûn.

Covid-19 li Îranê heta niha du kes kuştine.

Ew vîrus di meha Berfanarê de li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.