Di xwepêşandanên nerazîbûnê yên berdewam de hejmara giştî ya kesên ku di encama tundî û tûjîya di xwepêşandanan de hatine kuştin, giheştiye herî kêm 46 kesan ki piranîya wan di 24 seetên dawî de qewimîne.
Polîs û jêderên saxlemîyê ji Reutersê got ku 18 ji kesên kuştî li Nssirîya, 16 li paytext Bexda 4 li Amara û 4 jî Baquba û yên mayîn jî Hila û Necef qewimîne.
Jiber girjî û alîzîyan rêberê olî yê Şîa Ayetullah Alî el-Sîstanî bang li xwepêşanderan û hêzên ewlekarîyê kir ku ji tundî û tûjîyê dûr bisekinin.
Sîstanî herwiha ji partîyên sîyasî xwest ku daxwazên xwenîşanderan bi cîh bînin.
“Hikûmet û alîyên sîyasî bersîvên daxwazên gel yên şerê dijî gendelî nedan û li ser erdê ti serketinên girîng bi dest nexistin. Ji rewişa heyî berpirsîya herî mezin dikeve ser parlamanê,” Sîstanî got.