Li Îraq û Urdunê Xwepêşandanên jibo Piştgirîya Filistînîyan Hatin Darxistin

Bi hezaran kes îro Înê li Îraqê û li Urdunê ser piştgirîya jibo Filistînîyan kom bûn.

Rêberê berê yê Hamasê Xalid Meşal bang li Misilmanan û Ereban kiribûn ku dakevin qadan û protestoyan li dar xin.

Rêvebirê mîtînga li Bexda Ebu Kayan ji AFP’ê re dîyar kir ku armanca wan rawestandina rijandina xwîna Filistînîyan e.

Ebu Kayan got ku ew bi mîtîngên piştgirîyê dixwazin ku binpêkirina mafan şermezar bikin.

Li Urdunê jî piştî nimêja Înê ser piştgirîya jibo Filistînîyan mîtîngeke mezin li dar ketin.

Vîdyoyên ser medyaya civakî nîşan didin ku leşkerên Urdunî gazên rondikrêj diavêjin ser xwenîşanderan.

Çaverê ye li Lubnan û Tunusê jî jibo Filistînîyan protestoyên piştgirîyê çêbin û hêzên ewlekarîyê jibo girjîyên pêkan xwe amade dikin.

Jêder: AFP, Reuters