Di Encama Teqînekê de li Xurmatû Sê Fermandar Têne Kuştin

Khurmatu

Çavkaniyên polîs û nexweşxaneyê got, bombeyeke li kêleka rê ku wesayîteke artêşa Îraqî kir armanc, roja Yekşemê sê fermandar kuştin.

Êrîşa li nêzî bajarokê Xurmatû ku 175 km li bakurê paytext Bexdayê ye, 3 kesên din bi giranî birîndar kirin.

Wezaretra Pêşmergeya Herêma Kurdistanê ragihand ku teqîn di dema legerîneke hevbeş a ewlekarîyê ya hêza Pêşmerge û artêşa Îraqê de rû da.

Wezaretê got ku kesên jiyana xwe ji dest dan ew in Eqîd Ruken Saman Sabir Silêman, Eqîd Mihemed Reza Kerîm û her wiha N.D Şerîf.

Fermandarên wezareta Pêşmegre ji peyamnêrê Dengê Amerîka li Hewlêrê, Diyar Cemal re got ku ew navçe berê cihê şerên giran bû dijî grûpa Daişê û bi hezaran mayînên çandî li wir hene ku dibin metirsî li ser hêzên ewlekarîyê û jiyana xelkê sivîl.

Du karbidestên ewlekarî yên Îraqî got ku heta niha ti alîyekî berpirsatiya êrîşê negirtiye ser xwe, lê çekdarên Dewleta Îslamî li deverê çalak in.

Tevî şikestina girûpê di sala 2017an de, bermahiyên wê bi berdewam î pêkanîna êrîşan dijî hêzên Îraqê pêk tînin.

Hin agahîyên vê nûçeyê ji Reuters hatine wergirtin