AFP: Nûrî Malikî Piştgirîya “Guhertinê” li Sûrîyê Dike

Nûrî Malikî.

Ajansa Fransî ya Nûçeyan radigihîne ku Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî roja Sêşemê bo rojnameyek Saudî ragihand ku hikûmeta Îraqî piştgirîya “guhertinê” û “hilbijartinên azad” li Sûrîyê dike.

Di hevpeyvînekê de ligel Rojnameya Okaz, Birêz Malikî eşkere ku rewş li Sûrîyê aram nabe eger guhertin nebin.

Hikûmeta Îraq ya bi rêberatîya Şîeyan heta vê dawîyê jî piştgirîya rêjîma Esed li Sûrîyê dikir.