Xwepêşanderên Alîgirên Îranê Êrîşî Ofîsa MBC TV ya Saûdî li Bexda Dikin

Logoyê MBC li Iraqê

Xwepêşandeerên girûpên çekdar yên alîgirên Îranê li Iraqê sibeha Şemiyê avêtin ser ofîsa kanaleke televîzyonê ya Erebistana Saûdî li Bexdayê û talan kirin.

Du jêderên ewlekarî gotin, piştî ku televîzyonê raporek belav kir ku tê de fermandarên komên çekdar li herêmê yên bi piştgirîya Tehranê wekî "terorîst" binav kirin, avêtina ser ofîsa Tvê pêkhat.

Piştî nîvê şevê, di navbera 400 û 500 kesan de êrîş birin ser studyoyên kompanyayeke berhemanînê li Bexdayê ku ji bo televîzyona MBC ya Saûdîyê li Bexda kar dike.

Çavkaniyekî Wezareta Navxwe ji AFP'ê re got, "Wan alavên elektronîk, komputer hilweşandin, û beşek ji avahiyê şewitandin."

Wî got ku agir hatiye vemirandin û girseya êrîşkar ji aliyê polîsan ve hatîye belav kirin.

Çavkanî got "Hêzên ewlekarî hîn jî li nêzî avahiyê bicih bûne." Der barê binçavkirinan de tu agahî nehatin bidestxistin.

Sibeha Şemiyê, hejmareke mezin a polîs li deverê mabû, li gorî wênegirekî AFP, ketina nava avahî hatîye asteng kirin.

Çavkaniyek polîs ku nexwest nasnama wî eşkere bibe ji AFP re got, "Xwepêşander gihiştin ofîsan berî ku hêzên piştevaniyê yên polîsên dij ajwegêriyê werin şandin."

Çavkaniya duyemîn piştrast kir ku ofîs bi temamî hatîye "şewitandin" û "bi awayekî xirab hatiye talankirin".
Êrîşa ser ofîsa MBC di wî çaxî de pêkhat di raportekê de bal hat kişandin ser "terorîzmê" li herêmê, û behsa gelek kom û kesayetiyên navdar, wek mînak, Usame Bin Ladin, kiribû.

Di raporta MBC de, bal bo ser komên bi navê "Mîhwera Berxwedanê" ya ku Îran piştgirîya wan dike, ku Hamas, Hizbullah û komên çekdar yên li Îraqî û Sûriyê hatbû kişandin.

Di raporê de navê serokê berê yê Hizbullahê Hesen Nasrallah, ku meha borî li Beyrûtê ji aliyê Îsraîlê ve hatibû kuştin, û serokê berê yê siyasî yê Hamasê Îsmaîl Heniye, ku di Tîrmehê de li Tehranê hatibû kuştin, hene.

Her wiha şûngirê Haniye, serokê Hamasê Yahya Sinwar, ku wek plansaz û endaziyarê êrîşa 7ê Cotmehê ya li dijî Îsraîlê tê naskirin, roja Pêncşemê li Gaza hat kuştin, wek "rûyê nû yê terorê" bi nav kir.

Parlamenterê Îraqî Mustafa Sinêd, ku endamê grûpeke alîgirê Îranê ye, MBC bi "heqaretkirina rêberên berxwedanê li hemû welatan" tawanbar kir, û got ku ev raport dê ji televîzyona Îsraîlî re guncawtir bûya.

Sinêd ji platfoma X got "Talankirin û şewitandin" ofîsên weşangeriya MBC ne bes e, wî soz da ku ew ê bixebite ji bo "betalkirina destûrnameya kirkirina" kanalê li Iraqê.

Jêder: AFP/Reuters