Di dawîya 2017’an de û piştî sê sal û nîvan ji damezrandina dewleta bi navê Xîlafeta Îslamî li Îraq û Sûrîyê, li 9’ê Befranabra wê salê serokwezîrê wê demî yê Îraqê Heyder El Abadî bi fermî têkbirina Koma Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Îraqê ragihand.
Heta wan rojan jî DAIŞ’ê 95% ji erdê wê li Îraq û Sûrîyê kontrol dikir ji dest da. Lê di 23’ê Adara 2019’an de bû dema Mazlum Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) girtina Bahoz, dawîtirîn asêgeha DAIŞ’ê ragihand. Tevî wê yekê û ligel rastîya metirsîya îdyolojîya vê koma radîkal hîn jî kanîna êrîşan heye, ne bi tenê di Îraq û Sûrîyê, lê belê li çendîn welatên cîhanê jî.
Her kesê ku dijî bawerîyên cîhadî yên DAIŞ’ê, bû armanca tawanên wê rêxistinê. Lê kêmanîyên olî yên ne Misilman qurbanîyên herî dîyar yên tawan û tundûtîjîyên DAIŞ’ê bûn. Lewra şeş salan piştî destpêka têkbirina DAIŞ’ê jî, hîn jî endamên civakên kêmanîyên olî li Îraq û Sûrîyê dibêjin ku civakên wan ne parastî û ewle ne ji egera êrîşeke din ya bi şêwazê êrîşên 3’ê Tebaxa 2014’an li ser Şengalê.
Banga Parastinê ji Civaka Navnetewî
Di Adara 2016’an de, John Kerry, wezîrê derve yê Amerîka li wê demê bi gotineke zelal tawanên DAIŞ’ê wek (jenosîd li dijî kêmanîyên olî) bi nav kirin. Ew cara yekê bû ku hikûmeta Amerîkî komeke terorist bi jenosîdê tawanbar dike.
Dûre jî Kongresa Amerîkî û heta 2023’an parlemanên 18 welatan din jî, biryarên hevşêwe dan bi taybet bi navkirina jenosîda Êzîdîyan ya ser destê DAIŞ’ê.
Jibo endamên wan civakan û hevsozên wan, pênasîna bi jenosîdê ne bi tenê naskirina êş û derdên wan bû, lê belê wan hêvî dikir ku ew bangek be jibo parastina wan û rêgirtina li dubarebûna wan şêweyên tawanan.
Naomi Kikoler, Rêvebira Navenda Simon-Skjodt jibo Rêgirtina Jenosîdê li Muzexaneya Holokastê li Washington, haydarî dan ji rastîya qonaxa piştî DAIŞ’ê.
“Beşek ji wê rastîyê egera nû serhildan û îmkana êrîşan e. Jiber vê yekê, em hîn jî di qonaxa rêgirtin û parastinê de ne. Lê ez bawer dikim ku cîhan dixwaze bêje me ew qonax derbaz kirîye.”
Di Mijdara 2015an de Navenda Simon-Skjodt raportek berfireh jêr navê “Nifşê me Nema: Dewleta Îslamî Kêmaneyên Îraqî li Nînewa Armanckirin” weşand. Ew gihişt wê drencamê ku “DAIŞ’ê di êrîşa li ser Êzîdîyan de tawana jenosîdê kirîye û pêşnîyaza gavên hêzdar ji civaka navnetewî dike.”
Nathan Sales, şarezayê Atlantic Council e û pêşvenêrê taybet ê Hevpeymanîya Navdewletî ya Jinavbirina DAIŞ’ê bû li Wezareta Derve ya Amerîka ji sala 2017 heta 2021.
Ew bawerdike kû tenê jiber ku DAIŞ êdî kontrola erdê nake, “ev nayê wê wateyê ku ew êdî ne metirsî ye li ser gelên Sûrîya û Iraqê. Ew metirsî ye li ser kêmîneyên etnîkî û olî yên li wê herêmê. Divê em fişara li ser wê komelê, bidomînin.”
Wî got jî kû xala herî giring jibo ev civak jinûve avedan bin, ewe “ew hest bikin kû DAIŞ êdî şîyan nebe kiryarên hovane li dijî sivîlên bêguneh bike. Pêşîlêgirtin divê erka pêşîn be.”
Alozîya Bêbawerî yê bi Hikûmetan
Piştî bêtirî neh salan ji êrîşa DAIŞ’ê ya 2014an û di pêre naskirina tawanên wê wek jenosîd, civakên kêmanîyên olî li Îraq û Sûrîyê hêşta ne hatine serxwe. Hêşta sedan hezar rizgarbûyî û qûrbanîyî nikarin vegerin cîh û warên xwe jiber nebûna garentîyên ewlekarîyê û şertên jîyanê li herêmên wan yên wêrbûyî.
Murad Îsmaîl, çalakvanê Êzîdî û Serokê Akadîmîya Şengalê dibêje, “Şengal bûye qada pêşbazîya jeopolîtîk jibo aktorên cîhê yên herêmî û bîyanî, komên çekdar û welatên mîna Tirkîye û Îranê zêdebarî pêşbirkîya di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser rêvebirina Şengalê.”
Şirovekar û taybetmendên şerê dijî tîrorê bawerdikin kû yekem sedema serhildan û bihêzbûna komelên cîhadî, vekêşana hêzên Amerîkî ye ji wan herêmên kû dest di guhertinên wan de hebû ye lê hizra qonaxa piştî vekêşanê nekirîye bi taybet pirkirina valahîya ewlekarîyê.
Nathan Sales dibêje, “eger yek tişt hebe ku komên terorîst bi zanebûn zanibin çawa bikin, ew jî delîve wergirtin û bi karînana valahîya ewlekarîyê ye. Nabe em wê xeletîyê dubare bikin.”
Lê, niha bala Amerîka, serkêşa hevpeymanîya navnetewî ya dijî DAIŞ’ê, li ser pirsên mezintire mîna pêşbirkîya bi Çîn re, alîkarîya Ukraine di şerê Rûsîya de û bêgûman li van heyaman şerê Rojhilata Navîn. Bi alîyekê din ve, herêmên civakên kêmanîyan jî, bi taybet li Îraqê bûne meydana milmilanê ya hêzên navxweyî.
Ev bêtir li Şengalê, herêma kû herî bêtir ber tawanên DAIŞ’ê ketî, berçav dibe. Jiber vê, ev vegotin li ser zarê Şengalîyan tim dûbare dibe, “ne bi tenê tirs heye fermana-jenisîda 75an bi ser wan de were, lê jenosîda DAIŞ’ê ya 2014’an li ser wan bi dawî ne hatîye.”
Kikoler kû li çend mehan borî du caran seredana Îraq û herêma Kûrdistanê kirbû jibo nirxandina rewşa kêmanîyên olî. Ew bi çavekê qanûnî û çavekê ewlekaîyê xema Şengalîyan şirove dike.
Ew dibêje, “dema ku em li rastîyên li ser erdê dinêrin, mirov dikare bêje ku jenosîda jin û keçên Êzîdî ku hêşta winda ne, berdewam e. Lê di heman demê de xelik hest bi bêewlehîyê dikin. Ew hest jiber çend sedemên girêdayî hevin; wan gavên berbiçav nedîtine ku hest bi ewlehîya mana xwe bikin; rêgirîyên li pêş vegeryana wan jibo warên xwe; nebûna dadmendîyê ji qurbanîyan re; û berpirsîyarkirina tawanbarên jenosîdê.”
Pêşbînîyên Siberojeke Ne Zelal
Rêberên Xiristîyanên Îraqê jî heman nîgeranî heye û dibêjin, ev 20 salin civaka wan tê biştgûhxistin, ew rastî gefên kûştinê tên ji alîyê tûndrê yan, ew bêhîvî bûne û rûdikin penaberîyê. Ji 1.250,000 Xiristîyanên Îraqê berî 20 salan, niha bi tenê 250,000 mane.
Newzad Polis el-Hekîm, Serokê Dezgeha Soraya ya Çand û Ragihandinê li Înkawa, Hewlêrê, bêbawerîya Xiristîyanên Îraqê bi “nebûna aramîya sisyasî û bihêzbûna komelên çekdar li herêmên wan û tirsa ji civakên dorûber,” ve peywendîdar dike. “Destûrê Îraqû kû mana wan garentî dike qet neyê bi cîhanîn,” wî ji Dengê Amerîka re got.
Murad Îsmaîl piştrast dike ku ji 2014'an were “bawerîya Êzîdîyan bi dewlet û sazîyên wê gelek sist bûye û ji wê demê were bo vegerandina wê bawerîyê ti tedbîrên hîn nehatine kirin.”
Amerîkîyên mîna Naomi Kikoler û Nathan Sales kû ji nêzîk ve agehdarî rewşa kêmanîyên Îraqê ne ji demê kû DAIŞ ew kirin armanc, xemên wan civakan, tirs û bêbawerîya wan ji desthilatan, têdigehin. “Dema ku DAIŞ pêş ket û êrîş dikirin, van civakan hest dikir ku hatine jibîr kirin. Wan dît kû hem hêzên ewlekarî yên Îraqî û hem jî Pêşmergeyên Kûrdistanê ew ne parastin tevî ku nîşan û hişyarî yên zelal ên êrîşên demek nêzîk hebûn.”
Tirsa çalakvanê Şengalî ew e Êzîdîyên ku di sala 2014’an de li dijî DAIŞ’ê çek hilgirtîn, jibo mebestên cuda û şerên dî werin bikaranîn. “Ne dîyar e ka dê çawa nakokîyên sîyasî û jeopolîtîk dawî werin. Jiber vê Êzîdî ditirsin ku encam bibe pêleke din a tundûtûjî û şeran di herûma wan de,” Murad Îsmaîl ji Dengê Amerîka re.
Newzad Polis el-Hekîm bi hêvîya guherîneke dramatîkî û “sîstemek nû ya hikûmranîya Îraqê ye, hikûmeteke sekuler, demokratîk. Çinko eger ev rewş bidome, Xiristîyan di Îraqê de namînin.”