Xwepêşanderên Îraqê Kandîdkirina El-Suheyl bo Serokwezîr Red Dikin

Li Îraqê bi hezaran xwepêşander îro Yekşemê derketin ser cadeyan ji bo redkirina kandîdê serokatiya wezîran, ku hinek wî wek alîgirê Îranê dibînin.

Xwepêşandan dibin çend demjimêran berî binavkirina kandîdekî ji bo serokatiya wezîran, bê gihîştina ti çareseriyan.

Xwepêşanderan li parêzgehên başûr rê girtin û got ewê kandîdkirina wezîrê perwerde Qusey El-Suheyl wek serokwezîr nepejirînin.

Xwepêşandanên li sedranserî Îraqê, ku berî bêhtirî du mehan destpêkir, serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî neçar kir ku dest ji kar bikşîne.

Di encama van xwepêşanan de herî kêm 400 kes hatine kuştin.

Li gor destûra Îraqê, divê kutleya herî mezin di parlemanê de bêhtirî 15 rojan cihê serok wezîr vala nehêle û kandîdekî binav bike. Ew dema destnîşankirî, roja Pênşemê bidawî hat, lê bo îro nîvê şevê hate dirêjkirin.

Pirsgirêka Îraqê ew e ku nakokî hene li dor kutleya herî mezin, ji ber ku hin niwêner kutleyên xwe diguhêrin û tevlî hin kutleyên din dibin.