Serokwezîrê Îraqê Serdana Washington Dike

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa el Sûdanî

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa el Sûdanî roja Şemîyê digihêje paytexta Amerîkî Washington.

Biryar e Sûdanî roja Duşemê ligel Serokê Amerîkî Joe Biden li Koşka Sipî kom bibe. Ofîsa serokwezîrê Îraqê ragihand ku ev "serdana fermî bi vexwendineke Serokê Amerîkî Joe Biden" tê kirin.

Koşka Sipî jî ragihandîye ku Biden û Sûdanî dê di civîna xwe de behsa "bihêzkirina hevkarîya dualî ya di navbera Amerîka û Îraqê de" bikin.

Di kombûnê de ewê herdu rêber behsa hevkarîya di çarçoveya şerê dijî DAIŞ'ê de bikin û herwiha reformên kerta darayî li Îraqê, li gor daxuyanîyeke Koşka Sipî.

Di vê serdana ku hefteyekê dirêj dike de, ewê Sûdanî û şanda xwe ligel Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Lloyd Austin, Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî Alejandro Mayorkas û karbidestên din yên payebilind kom bibe.

Sûdanî herwiha ligel herjmareke endamên Kongresa Amerîkî ji herdu partîyan dicive. Wekî din, ewê serokwezîrê Îraqî ligel çend berpirsên kompanî û dezgehên darayî û teknolojî li Amerîkayê civînan pêk bîne.

Ji bilî Washington, çaverê ye ku Sûdanî serdana New York, Teksas û Michigan jî bike.

Ev serdan di demekê de tê ku girjî li Rojhilata Navîn gûr dibe, bi taybet li vê dema ku tê pêşbîn kirin ku Îran êrîşekê dijî Îsraîlê pêk bîne, piştî êrîşa gumankirî ya Îsraîlê dijî avahîyeke konsulxaneya Îranê li Şamê. Di wê êrîşê de 12 kes hatin kuştin, di nav wan de rêberekî payebilind yê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî hebû.