Îsam Wendawî: Dawîanîna Erka Heşda Tirkman Biryareke Siyasî Ye

Hikûmeta Îraqê erkê hêzên Heşdî Tirkmen ên bakurê Îraqê bi dawî anî û ew xistin bin fermandariya Rojhilatê Dîcleyê, ku berî niha rayedarên Herêma Kurdistanê guman kiribûn ku li pişt bombekirina kêlgeha gazê ya Kormorê ye.

Her çend di van salên dawî de bombebarankirina kêlgeha xaza Kormorê yek ji sedemên jinavbirina Heşdî Tirkman tê dîtin, û hikûmeta Îraqê piştî êrîşa li ser kêlgeha xaza Kormorê di Nîsana îsal de komîteyek ava kir, lê berpirsên Tirkman vê yekê red dikin.

Şêwirmendê eniya bakur a Heşda Tirkman, Şêx Îsam Wendaw ji Dengê Amerîka re got: " Heşda Tirkmenî ti pêwendî bi êrîşên ser zeviya gazê ya Kormorê li navçeya Qadir Keram nebûn. Berevajê wê, Heşda Tirkman ji bo şerê DAIŞê û yên ji derveyî Îraqê hat avakirin."

Di 26ê Nîsana 2024an de, zeviya Kormorê ku çavkaniya sereke ya dabînkirina gaz û elektrîkê ya Herêma Kurdistanê ye, çend caran ji aliyê firokeyên bê firokevan ve hat bombebarankirin û di encamê de 4 karmendên biyanî jiyana xwe ji dest da û hinekên din jî birîndar bûn.

Tiştê ku gumanên berpirsên Herêma Kurdistanê li ser tohmetbarkirina Heşda Tirkman zêde kir, nêzîkbûna kêlgeha gaza Kormorê li başûrê Kerkûkê û navçeyên Xurmatû ku di bin kontrola Heşda Tirkman de ne.

Wendawî derbarê biryara hikûmeta Îraqê dilgiraniya xwe anî ziman û got ku ew biryareke bi temamî siyasî ye.

Roja Yekşemê 28ê Tîrmeha 2024ê, beşek ji hêz û alîgirên Heşda Tirkman li dijî biryara hikûmeta Îraqê xwepêşandanek li dar xistin û rêya navbera parêzgeha Kerkûkê û Bexdayê birrîn.

Heşda Tirkman di sala 2014an de ji aliyê berpirsên Tirkmanên şîaa yên Kerkûk û Selahedînê ve hat avakirin û ji wê demê ve li başûrê Kerkûkê, navçeya Xurmatû û hinek deverên parêzgeha Selahedînê serdest bû.

Jêdereka siyasî yê haydar bi biryarê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Dengê Amerîka re got: "Hikûmeta Îraqî ji reftara hêzên Tirkman li Kerkûk û Selahedînê nîgeran e, lewra ew bi hêzên Rojhilatê Dîcleyê re bûne yek da ku di bin sîwanekê de kar bikin."

Hikûmeta Îraqê fermandeyê Heşda Şeibî ya Tirkman Ebû Riza Necar ji posta wî dûrxist.

Wendawî got: Heşda Tirkman li ser bingeha fetwaya Mercê hat avakirin û ji bo Kerkûkê û yekparçeyiya Îraqê bi hezaran şehîd û birîndar dan. ”

Ji dawiya sala 2014an heta Cotmeha 2017an li navçeya Xurmatû ya ser bi parêzgeha Selahedînê ve şer û pevçûnên giran di navbera Hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî yên Tirkman de berdewam bûn û di encamê de bi sedan kes ji her du aliyan hatin kuştin û birîndarkirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Dilşad Enwer